Em kurdên bakurî zêde
xwe tevî kar û barên partiyên başûr dikin, zêde serê xwe bi gelşên wan ra
dişînin û xwe pê diqeherînin.
Ne PDK guh dide dîtin û rexneyên me û ne jî YNK û partiyên din. Tu giranî û qîmeta gotina me li wan tuneye, nizanin em hene ya em tunene...
Bi dîtina min em bela sebeb xwe li ber baranê şil dikin. Kes qurişekî xwe jî di qîreqîra me nade.
Ma partiyên başûr, gelê başûr cara xwe tevî îş û karê partîyên bakur dikin?
Tu carî li ser partiyên bakur û li ser serokên bakur dikevin gewriya hev?
Tu sebeb tuneye kurdên bakur li ser kurdên başûr têkevin gewriya hev û dilê hev bihêlin.
Ma Ew cara tiştekî wiha dikin?
Kurdên başûr, partiyên başûr li ser tu beşekî Kurdistnê nakevin gewriya hev, tenê li îşê xwe û kara xwe dinêrin.
Partiyên başûr, gelê başûr nizanin em kurdên bakur hene ya tunene. Camêran qet îşê xwe ji me naynin, ji bo me ne nabêna xwe bi Tirkiyê ra xera dikin û ne jî bi hev ra.
Fena ku em ne kurd bin, em miletekî xerîb in.
Dibê em jî wer bikin.
Qîjewîj û helahela me ya her roj çi tesîrê li partî û gelê başûr dike, kî guh dide me?
Bi rastî ne biaq in?
Piştî ku giraniyeke gotina me tunye, çima em xwe diwestîmnin?
Dibê em xwe konsantreyî karê xwe, Kurdistana xwe bikin.
Em bela sebeb xwe diwestînin û dikevin gewriya hev.
Ez dibêjim em ji ”kêmaqiliya” xwe her roj dinivîsin, pêşniyaran dikin, aqil didin wan û ji bo wan dikevin gewriya hev.
Haya kesî ji me tuneye.
Tu giranî û qîmeteke gotina me tuneye.
Çima em xwe diwestînin?
Me got ji bo serokkomariya Îraqê li ser namzedekî baş li hev bikin, lê li hev nekirin, her kesî got ez.
Berhem Salih di dengdana pêşî da 165 û Fuad Husên jî 89 ray sitandin. Li ser vê, Fuad Husên ji namzediyê vekişiya û Berhema Salih di dengdana duyem da bi 272
rayan hat hilbijartin.
Hela em binêrin Berhem Salih ewê ji bo kurd û Kurdistanê çi bike?
Hela em binêrin Berhem Salih ewê ji bo kurd û Kurdistanê çi bike?
Hêvî dikim hilbijartina Berhem Salih di nabêna PDK û YNKê û kurdan da nebe sebebê şer û teşxeleyên kûr û mezin.
Rêya
rast di tifaq û yekîtiyê da ye. Lê di wî warî da ez bêhêvî me, ez ditirsim rewş xerabtir bibe…
-Hinek ji vê partiyê û ji wê partiyê gazanin dikin, dibêjin
efendim nizanim kî hevalê kîjan dewletê ye.
Kes kesî bi zor nake hevalê xwe. Dibê em gazinan ne ji dijmin, ji yên xwe bikin.
Mange ne bi ga be boxe bi dû nakevin...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar