02 oktober 2018

Aş digere qeraş pesnê xwe dide

Aşekî li Qoserê. Qeraş Mehmet Tekîn


Pêşiyên me ji bo kesên bê ked li ser sifra hazir rûdinin gotine "Aş digere qeraş pesnê xwe dide." Gotineke pur rast e.

facebook û twitt bi xêra serê "gawiran/kafiran" 24 saetan di xizmeta me da ne û him jî miftî belaş. Û em jî di van platforman da pesnê xwe didin.

Hinek dikin, hinek dixwin.


Lê ya xerab îslamîst û musilmanên tembel û bêkêr dîsa jî şêkir nakin, ji mucîdên van îcadan ra nabêjin mala we ava be, we hewqas îcad kirin û bê pere û pûl xistin xizmeta me musilmanan jî. Ji bo vê çêyiya we, em minetdar û spasdarên we ne.. 

Ji dêlî viya bibêjin, neyartiya ”gawiran” dikin, li hemberî wan cîhadê dikin, ji bo dîsa li ker û deveyên xwe bihesilin.

Xwedê kir li vê cîhanê ”gawir” hene, heger ne ew bûna însaniyet ewê hîn serdema navîn da bûya, ev alet, teknîk û îmkanên îro ewê yek jî tunebûya…

-Aqil derxistine bazarê her kesî aqilê xwe kiriye.
Xwedê kir wiha ye, her kes ji aqilê xwe razî ye.
Bifikirin, heger hemû kêmaqil ji aqilê xwe ne razî bin û ji biaqilan hinek aqil bixwazin, hûn zanin ewê çi qaos çê bibe ?
Tobe, tobe !
Baştir e her kes ji aqilê xwe razî be, dibê her kes bi aqilê xwe yê heye îdare bike.

-Xywezî her kurdî jî wek her swîdî bikanîbûya bêyî sansor ya dilê xwe bigota.
Ya swêdî dibe edebiyat, ya yê kurd dibe rûşuştinî, bêşermî û gelek tiştln din.
Sansor, qeyd û merbenda merivan û civata ye.

-”Frank Sînatrayê” Fransayê û yek ji stranbêjê vê sedsalê yê bi nav û deng Charles Aznavour îro di 94 saliya xwe da xatir ji vê dinya ronak xwest û çû ciyê xwe yê ebedî.
Charles Aznavour, stranbêj û bestekarekî mezin bû, li pey xwe gelek berhemên nemir hîştin. Rahma Xwedê lê be û gorra wî bihuşt be.
Min ji dengê wî pir hez dikir, îşev ezê ji bo xatirê wî çend duble Whisky vexwim û têr lê guhdarî bikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE