02 oktober 2018

Pirsên Înan Eroglu û bersîvên min



Du meh berê, di çarê tebaxê da Înan Eroglu di twîtta xwe da ”Flood Pirsînanek” kiribû,  16 pirs kurdên di twîttê da kiribû ” û gotibû heger 4 kes bersîvê bidin, ewê wan bersîvan di bloga xwe ”inanolo”yê da biweşîne.

Min bersîva hemû pirsên wî da. Bêyî min gelek kesên din jî bersîv dane û wî jî do bi şev hemû bersîv di bloga xwe ”inanolo” da weşandin. 


Ez bersîvên xwe û lînka bloga ”inanolo” bi hev ra par ve dikim. Yê bixwaze kane tenê bersîvên min bixwîne û yê bixwaze kane hemû bersîvan bixwîne.

1.Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Gava nivîsekê diqedînim û ji bo kontrolê dixwînim û kêfa min jê ra tê pir kêfxweş dibim. Ya din jî gava diçim Wêranşarê û bi tenê li nava bajêr, di kuçe û kolanan da digerim gelkî bextewar dibim. Di nava xeyalên zaroktiyê û xortaniyê da xwe wenda dikim.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Dema di telewîzyonanan da kurd pesnê dewleta tirk, partiyên tirk û birêvebirên dewletê didin dîn dibim, nikanim li wan guhdarî bikim.

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Tu kesekî îdolê min tuneye, lê min gelkî dixwest kalikê(bapîrê) xwe nas bikim.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Dixwazim berî mirina xwe hemû nivîsên xwe yên blogê û yên di rojname, kovar û malperên cuda da hatine weşandin di çend cildan da biweşînim.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Êdî tu karekî minê her roj herimê tuneye, merivekî teqawid im. Karê min xwendin û nivîsîn û blogerî ye. Blogerî ji bo min bûye kar. Ez ji nivîsînî, ji blogeriyê hez dikim. Lema jî wek hinekan ne carnan, her roj dinivîsim. Yanî karê min nivîsîn û blogerî ye û pir jî jê hez dikim.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Ez dinyayeke Kurdistan jî di xarîteya wê da hebe xeyal dikim. Dinyayeke ez kanibibim bi pasaporta Kurdistanê seyahet bikim xeyal dikim. Ev dinya nuha ji bo min ”zindan ” e, lê gava Kurdistan çê bibe ewê bibe bihuşt/cinet.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Minê bixwesta herim dibistanê û bibim xwendevan. Neçûna dibistanê di jiyana min da bûye sebebê valahiyeke mezin. Min gelkî dixwest ya bibim tarîxzan ya jî abûqat.

8. Çi kenê te tîne?

Pêkenînek xweş û gava ez bi nezanî û kêmaqilieyeke xwe dihesim kenê min tê. Lê gelek tiştên din jî kane kenê min bîne.

9. Heyfa te li çi tê?

Gava nivîseke min wenda dibe ez pir li ber dikevim. Û gava hevalekî min kuş, kurmî, pîs derdikeve pir pê diqeherim. Dibêjim heyf, hewqa sal min bi vî necamêrî ra hevaltî kir.
10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Minê wek nuha dîsa blogeriya kurdî bikira.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Ez fikrê xwe, hestên xwe nikanim veşêrim, çi difikirim, çi his dikim wiya dibêjim. Ji oportunîstiyê, ji durûtiyê nefret dikim. Ez merivekî dobre me. Dostiya min jî û dijminatiya min jî pir vekirî ye, tu carî venaşêrim.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Nefreta ji bindestiyê  û baweriya çêbûna Kurdistaneke serbixwe ye. Jiyana bindest, bêwelat tesîreke mezin li min dike. Nefreta ji bindestiya tirkan û baweriya bi  micadelê ji bo kurd û Kurdistanê hêzê dide min.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Gava dibînim kurdek bûye hevalbendê dewleta tirk, bûye cahş, xayin û bi tirkan ra êrîşî kurdan dike. Ev yek pir min diêşîne. Lema jî nikanim li minaqeşeyên telewîzyonên tirkî temaşe bikim.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Heger perê  min hebûya minê li Wêranşarê xanîyekî bi hewş û bi bexçe ji  xwe ra çêkira û heta mirinê tê da bijiyama. Ez gelek caran li Wêranşarê xanîyekî wer xeyal dikim. Heval û dost ji her aliyên Kurdistanê tên û em li bexçê min, di nava darên fêkî da vedixwin û sohbet dikin.

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

Ji bindestiyê û bêdewletiyê nefret dikir. Ji bo ku Kurdistana serbixwe bibîne çi ji destan hat kir.

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?

Na weleh ez nizanim çêkim, di vî warî da ez di bin sifirê ra me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE