01 oktober 2018

Fûareke din jî hat û çû



Fûareke din jî hat û çû. Bi qasî min ji vir taqîb kir vê carê rexbeta ji kitêbên kurdî ra zêde bû.

Helbet ev texmîna min e. Hêvî dikim di rojên pêş da li ser vê yekê hin dişt werin nivîsîn...

Rojnamevanek, malperek kane ji weşanxaneyan bipirse, bibêje firotina we ya îsal çawa bû?


Ji roja Fûara Diyarbekrê ya Kitêban dest pê kir, min got kurdino ji weşanxaneyên kurdî kitêbên kurdî bikirin. Yanî min reqlama weşanxaneyên kurdî û kitêbên wan kir. 

Heger min ev "xizmet, ev reqlem" ji weşanxaneyên swêdî ra kiriba, ewê bi hezaran Euro bidana min. Kes reqlama kesî belaş nake.

Em ne swêdî ne û ez ji weşanxaneyan tu pera mera jî naxwazim, lê heta nuha yek weşanxaneyekê jî, yek nivîskarî jî ji bloga hindik-rindik ra negot spas, negot mala te ava. 


Negot, çimkî li ba me ew kultura centîlmeniyê tuneye. Heger li Swêd ba ewê spas bikirana. Lê ez xwe aciz nakim, em ev in.

Ji bo min ya muhîm  kurd ji tirkî dûr kevin û kitêbên bi kurdî bixwînin.

Kurreder‏: Weşanxaneya min tune ye lê ez dîsa jî bêjim mala te ava Apê Zinar.

Zinarê Xamo‏: Gelek spas heyra. Spasiya te ser seran. Min xwest bibêjim gava yekî gotinek xweş di heqê meriv da kir, dibê meriv jî jê ra bibêje mala te ava be. Di dilxweşkirinê da zirara meriv tuneye. Lê kes spas neke jî ezê van dîtinên xwe her dubare bikim.
Kerê Çolê‏: Dilo ez her Roj dibêjim ,bi nasên xwe ra dibêjim binêrin bixwînin çi xweşe çi hêjaye. tiştên xweş zêrin zêr jî narize xera nabe

-Gava lê tê, dibêjin jê tê, gava lê nayê, dibêjin jê nayê.
Ez dibêjim gotineke rast e, meriv jîr be, hoste be vir da dike, wê da dike, di dawiyê da li hev tîne.
Tu tiştek jixweber li hev nayê, yê li hev tîne û yê li hev nayne em in. 

Siyasetmedarê jîr, jêhatî, hoste, kin û dirêj li hev tîne û yê nejêhatî jî li hev nayne, dibêje ji şansê min ra li hev nehat. Şans tuneye, şans jî, lihevhatin jî bi însên dibe.

-Bi texmîna min bi qasî ku kurd di van du salên dawî da bi êş û jana tunebûna dewleteke kurd hesiyan, di tarîxa xwe da tu carî pê nehesiyan.

Zulm û terora dojehî nîşanî me da bêwelatî, bêdewletî ne tu jiyan e, jiyaneke kûçikantiyêye û nayê kişandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE