01 oktober 2018

Rahîştina kevirê mezin nîşana neavêtinê ye



Li bakurê Kurdistanê gelşa kurdan ya herî mezin ji zimanê ji xwe qut bûne, asîmîle bûne, kurd û partiyên wan bûne tevgereke afrotirk yanî ”kurdêtirk.”

Bi axaftin û nivîsandina tirkî em dibin alîkarê asîmîlebûna kurdan. Yê dixwaze xêrekê bi kurdan bike dibê bi kurdî binivîse, ne bi tirkî. 

Şerê asîmîlasyonê bi tirkî nabe.


Rahîştina kevirê mezin elametê neavêtinêye. 

Îro micadela herî mezin axaftin û nivîsîna bi kurdî ye, dibê kurd bi hev ra û bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin. 

Mesele hewqasî basît e, ne hewceyî teorî meoriyên pir kûr in. 

Tiştê dibê em bikin ev e, lê em nakin, em zexeliyan dikin.

Rêber Tusanî Bavê Rodî Ê seyda wê biratiya Gela çi bibe heger Kurdî baxivin,,,, wê çepperestên Tirrrrka çawa wan fêhm bikin ... tu serê wan tevlî hev dikî yên bawerya wan bi Biratiya gela tê

Şêrcan Wezîro Qelema te sax be mamoste ,lê mixebin wisa bûye.

Şev Hesen Mixabin, asîmîlasyona zimanê netewî ya nifşek ji bo vê, tirk pir xebatên qirêj kirina, ta karibûn hestê netewî ê zimanê kurdî li ba besek ne hindik ji kurda bê pişaftin ,bi çand û zimanê tirkî , mixabin ev seba kêm berpirsiyariya her kurdekî ku bi zimanê dayikî bi zarokên xwe re nediaxive..
Mixabin , em wiha alîkariya dijminê ku li ser milê me xwe bilind dike..dikin..

Îshak Gunduz : Xalê Zinar rexna te ser sera û ser çavayi, xwesteka min jî bi kurdî nivisandine. Lê mixabin jenerasyonê nu ji nivîsên li ser mijarên zanyarî bi Kurdî be fehm nakin û para me re jî hilbijartinek pir dijwar dikevi.

Zinarê Xamo: Du rê li ber me hene: Ya emê teslîmî realîteya dijmin bi zor çê kiriye û ne li gorî rastiya me ye bibin. Ya jî emê li dijî vê realîteya dixwaze hebûna me ji ortê rake derkevin. Yanî ya emê bi tirkîya xwe ji asîmîlasyonê ra bibin alîkar, ya jî emê bi kurdiya xwe wê red bikin.

Sediq Mella Her bijî 
Zimanê me nasnama me ya.

Raman Seydo Bibûr keko lê hevokeke te bala min kišand :(mesele hewqasî besît e )
Mixabin kurdên Bakûrê kurdistanê gotinên Erebî bikartînin tenê ji bo ji gotinên tirkî birevin ,
Heta roja îro tîpa (w-v) tevlihev dikin ,
Yanî ji ber širikê diçin ber mezrîbê
Silav û rêz keko

Zinarê Xamo Min li ku "tîpa w û v" tevhev kiriye, ji hev negerandiye?
"Mesele hewqasî basît e " çima bala te kişand, mexseda te çi ye ?
Heger em hemû gotinên erebî ji zimnê xwe babêjin, peyvên erebî li kurdan yasax bikin, em nikanibin ji hev fêm bikin.
Carê dînê kurdan dînê ereba ye, bi erebî nimêja xwe dikin.
Di dewsa erebî da heger gotinek kurdî hebe, helbet dibê meriv wê bi kar bîne, lê her tim nayê bîra meriv. Û bikaranîna gotinek erebî ne kufur e, ji asîmanan kevir nabere!
Ji bo min ji peyvên biyanî erebî, bêtir sentaksa kurmancî girîng e, ez pir li wê miqate me.

Raman Seydo Keko min negotîye te v û w tevlihev kir min got kurdên Bakûrê kurdistanê wiha dikin .
Bi sedan zaravên kurdan hene û ti kare jê bigire (zazakî soranî lorî kurmanî )
Herwiha ti kare ji malbata zimanê kurdî bigire wek (farisî hindî ferinszî û hwd )
Silav bo te keko

Raman Seydo Elamet -nîšan
Besît -hesan ,hêç
Micadele -qayiš ,gir ,rik
Hewce-pêwîst
Mesele -Mijar
Meqsed -mebest

Mahfuz Yildiz Keda Rêzdar Zinarê Xamo Jibo ziman gelek e. Bêșik hinek ji me hê vî baș nasnakin!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE