19 oktober 2018

Zarokên kurd dîsa her sibe ewê bibêjin "bira canê min bi qurbana canê tirkan be" !




Sonda "hebûna min bira bi qurbana hebûna tirk be" dîsa paş da tê.

Şûreya Dewletê (Daniştayê), qerarnameya ”Sonda Xwendekaran” rakiribû betal kiriye.
Yanî ji nuha û pê da zarokên kurd li mekteban her sibe dîsa ewê bibêjin :


”Ez tirk im,
rastgo me,
xebatkar im…
Hebûna min,
bira bi qurbana hebûna tirk be.
Xwezî bi dilê wî kesî dibêje ez tirk im.”

Ev îdeolojiyeke jahrî ya nazîst e.

Zarokên kurdan her sibe mecbûrkirina sondxwarina vê sonda nazîst irqçîtiyeke bêemsal e, nazîzm e, sûcekî li dijî mirovahîyê ye.

Çima hebûna me ewê bi qurbana hebûna tirkan be?

Helbet Şûraya Dewletê (Daniştay) viya bi serê xwe nake, ev bi daxwaza Erdogan dibe.

Dibê HDP û hemû partiyên kurd bi hev ra li dijî vê biryara Şûraya Dewletê derkevin û vê meselê him li hundur bibin mahkiman û him jî bibin Dîwana Edaletê ya Navnetewî û Mahkima Mafê Mirovan û hemû mahkime û dezgehên navnetewî.

Dewleta genî û rizyayî dike bi irqçîtiyên wiha dilê tirkên faşîst xweş bike û temenê xwe dirêj bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE