19 oktober 2018

Payiza zêrîn, berr û xalîçeya rengîn




Îsal Xwedê daye Swêd, hewa li Swêd hatiye rahmê, va ye cotmeh jî dike biqede, hîn ne sar e û ne serma ye.

Ez hewqas sal in li Swêd im, tu patizeke hewqasî xweş nayê bîra min, van çaxan normal sar e, serma ye, berf û baran e.


Lê îsal payiza me jî wek havîna me, pir xweş derbas dibe.

Îlonê bi rojên xwe yên germ û xweş em îhya kirin û çû, cotmeh jî wa ye dike xatir ji me bixwaze, lê hîn wek buharê roj germ e.

Ez nuha ji gerrê hatim, hewa wek hilma mîhê ye,
li derve rojeke germ û bi tîn heye. 



Pelên ji daran weşyayî ne li erdê li ber tîrêjên rojê şûle didin, her yek bûye kulîlkek rengreng î; hinek zer in, diçirûsin wek zêr, hinek bûne wek gul û kulîlkên kesk û sor şîn.
Li hin deran erd bûye berreke rengîn.

Min da nava pelan,
guh da dengê wan,
meşiyam, meşiyam,
mest bûm bi xişîna wan.

Li der ve ne sar e, ne serma ye, tîrêjên roja payizê bedena meriv nerm  dike, dilê meriv radike pêdarê. 

Meriv naxwaze were hundur.
Payiz xweş e, bira zû neçe,
bira dereng xatir bixwaze…


Heta tu gul bî,
ezê bilbilê te bim,
heta tu ji min dûr bî,
ezê dildarê te bim,
heta tu bin dest bî,
soz,
ezê şervanê te bim.
///Zinarê Xamo
-

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE