18 oktober 2018

Sulaleya bavê te me eleqedar nake



Lawikê biçûk bi meraq ji bavê xwe pirsî:
-Bavo em çawa çê bûn?
Bavê got:
-Meymûn guherîn, guherîn bûn însan û em çê bûn.
Gtina bavê zêde neket serê gede, çû ji dêya xwe jî pirsî:
-Dayê, em çawa çê bûn?
Dayikê got:


-Xwedê dêya me Hewa û bavê me Adem xuliqand û dû ra jî nesil bi nesil em çê bûn.
Lêwîk got:
-Lê bavê min got, meymûn guherîn, guherîn û dû ra jî em çê bûn.
Dêya wî got:
-Ew sulala bavê te ye, sulala wî û eşîra wî me eleqedar nake.

XXX
Ezê nuha bikevim
Hemoyê dîn bi rê da qaşikê mûzê li erdê dît. Di ser ra sekinî, got:

-Nalet lê be, ezê nuha pê lêkim û bikevim.
Zinarê Xamo:

Ezê nuha bikevim 
Hemoyê dîn bi rê da qaşikê mûzê li erdê dît. Di ser ra sekinî, got: 
-Nalet lê be, ezê nuha pê lêkim û bikevim.

Seîd Çîçek:
Rêzdar kekê Zinar, qaqilk, qemûşk, qalik, qaşil, qaşilk, qaşûl, qaşûlk ûhwd hene.. Lê cara yekeme 'qaşik' di bîhîzim! qaqilke guzê (ceviz kabuğu) qemûşke nên (ekmek kabuğu) qaşûla berûyê (palamut kabuğu) qaşûlke muzê (muz kabuğu)

Zinarê Xamo‏: Wek gelek navên din, ji ”qaşik” ra jî li her derê nabêjin ”qaşik.” Li hin deran dibêjin qaşil, li deran dibêjin qalik. Di ferhenga Zana Farqînî, Îzolî, Malmîsanij da jî ”qaşik” hemberiya ”kabuk”a tirkî ye. Meriv sêvê, pûrtiqalê, xiyaran, tirpan û gelek fêkî û sebze qaş dike
Kok "qaş" e. Meriv maxên xaniyan qaş dike. Birîn qaşik digre Ez dibêjim navê penêrê "kaşar peyniri" jî ji qaşkirinê tê. Yanî penêrê meriv bi kêrê qaş dike Her tiştê meriv nebihîstiye ne şaş e ya jî tuneye. Li Wêranşarê em dibêjin qaşikê mûzê û ji yê gûzê ra dibêjin qalik.

Mr Pîro Kurd‏ : Wale ez jî yekemîn cara dibihîzm lê me dengê xwe nekir.

Zinarê Xamo‏: Tiştê nekeve serê meriv, ya jî meriv nebihîstibe, ya jî şaş bibîne dibê meriv bipirse, fikirê xwe bibêje. Zanîn bi vê rêyê peyda dibe. Hemû îcad û pêşketin bi meraqê, bi pirsînê û bi lêkolînê dest pê dike. Tu nepirsî tu fêr mabî, fedî neke, bipirse. Bipirse, belkî ez şaş bim ?

Seîd Çîçek‏ : Belê begoman rast e. Lewma min jî, ji cenabê we pirsî. Dûbara spas û bimêne di nav xêr û xweşiyê de...

Seîd Çîçek‏: Sipas ji bo bersiva we. Belê rast e. "Her tiştê meriv nebihîstiye ne şaş e ya jî tuneye." Lewma min jî negot xelet e yan jî tuneye, min got cara yekeme di bîhîzim.'

Şêx Zelala ji Fînê: Jixwe min fêm jî nekir.

Zinarê Xamo‏: Zelala delal, tiştê meriv fêm neke helbet meriv pê nakene. Lê heger hûn ji hevaltiya min newestin, hûnê hîn gelek tiştên we nebihîstiye bibihîzin. Hûn bi kêfa xwe ne. Ez ji nuha da ji we ra dibêjim. Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye...

Şêx Zelala ji Fînê : Belê. Bêguman wisa ye mamoste. Em ji te nawestin. Bi destûra Xwedê em ê ji te gelek tiştan fêr bibin. Ji niha de zor spas

Becoo‏: Ez ne kenîyam apo ecêb eybe an na?

Zinarê Xamo‏: Na ne eyb e, carnan bîna meriv teng e kenê meriv nayê....


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE