16 oktober 2018

Ne şev têra xewnên wî dikin û ne jî roj têra xemên wî...



Kitêba Mueyed Teyib ” Ne şev têra xewnên min dike
Ne roj têra xemên min” dixwînim.

Mueyed Teyib di her berhemeke xwe ya nuh da hinekî din hostetir, hinekî din mezintir dibe.


”Min du dest hene
Lê her careka
Destekê min bilind dibe
Destê minê dî
Wî dide ber xencera xedrê
Xwezî
Min destek heba ne du
Xwezî
yan ez nebam yan tu.”

XXX

”Ne şev
Têra xewnên min dike
Ne roj
Têra xemên min
Şev…Roj…Şev…Roj
Ey Xudayê mezin!
Ji şev û rojê pêvetir
Tiştekî din nîne?
Axê devê xwe anî ber guhê min:
Belê, himbêza min
Di himbêza min da
Ne şev hene ne roj
Ne cih hene ne dem
Ne xewn hene
Ne xem”

Hatim rûpela 81ê, çavê min hêsir kir, ya na minê îşev biqedanda. Ma sibê.

Şiîrên pir xweş in, wek meriv li ser kurdan li fîlmekî dokumenter temaşe bike.

Di şiîrên Mueyed Teyib da yek gotineke zêde, vala û bêmane tuneye, her gotin, her rêz bîr û hafizeya meriv tevradike, êşeke, serpêhatiyeke tahl, trajediyeke xembar tîne bîra meriv. Fena meriv kitêbeke tarîxê bixwîne.

Gelo kesî li ser  ”Ne şev têra xewnên min dike
Ne roj têra xemên min” tiştek nivîsîye ya na?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE