16 oktober 2018

Careke din li ser "ez keça kurda me" !



Do min got ev hevoka dibêje ”Ez keçim keça kurdan im” şaş e,
rastiya wê dibê wiha be:
-Ez keç im keça kurda me/mi.
Hin hevalan gotin tu rast dibêjî û hin hevalan jî gotin tu şaş î, ew ”im”a piştî ”kurdan” îşareta piraniya keça ”kurda” ye.


Ez hinekî li ser vê mijarê fikirîm. Min dît tiştê min gotiye rast e, ez bi heq im û hevalên gotine ew rêz rat e şaş in. Ew ”im”a dawî ne îşareta plûraliya kurdan, ya keçikê ye, dibê wê nîşan bide.
Ezê bibêjim çima ew rêz şaş e.
Ji bo ku paşpirtika ”in” were dawiya ”kurdan” dibê subyekt jî yanî keç jî plûral be.
Dema ”kurd” plûral û keç sîngular be hevok wiha dibe:
-Ez keça kurda me/mi.
Lê gava keç jî plular û kurd jî plûral bin, cumle wiha dibe:
1)Em keçên kurda ne.
2)Em keçên kurdan in.
Dema herfa ”N” were dawiya ”kurdan” hevok bi ”in”ê diqede û gava ”N” neyê, ”kurda” be, wê demê jî hevok bi ”in”ê diqede.
Di zimanê axaftinê da bi piranî meriv ”N” ya plûraliyê, pirjimariyê nîşan dide bi kar nayne.
Yanî meriv dibêje silav ji egîdên ”kurda” ra, lê kane bibêje silav ji egîdên kurdan ra jî. Û numûneya dawî rasttir e.
Lê di zimanê axaftinê, şiîrî û stranan da bi piranî ”N” tuneye.
Ezê ji formên sîngular û plûralê çend numûyan bidim.
-Ez pêşmergeyê kurda me
-Ez pêşmergeyê kurda mi.
-Ez pêşmergeyekî kurda me/mi
Lê:
-Em pêşmergeyên kurdan in.
-Em pêşmergeyên kurda ne.
-Ez egîdê kurda me/mi
-Em egîdên kurdan in.
-Em egîdên kurda ne.
-Ez keç im keça kurda me/mi
-Em keç in keçên kurdan in.
Ya jî:
-Em keç in keçên kurda ne.
-Ez cotkarekî gunda me/mi
-Em cotkarên gundan in.
-Em cotkarên gunda ne.
Ez kulîlka serê zinara me/mi
-Em kulîlkên serê zinara ne.
-Em kulîlkên serê zinaran in.
Yanî gava subjekt sîngular û objekt plûlar be dawiya hevokê ya dibe ”me” ya jî ”mi”.
Û gava herdu jî plûral bin dawiya hevokê ya dibe ”ne” ya jî ”in.
Çimkî paşpirtika dawîyê plûralî ya jî sîngulariya subjektê nîşan dide.
Numûne:
-Ez nivîskarê kurda me/mi
-Em nivîskarên kurda ne.
-Em nivîskarên kurdan in.
Di van numûneyan da meriv fêm dike nivîskar sîngular e û kurd jî plûral in.
Lê gava meriv bibêje:
-Ez nivîkarekî kurdan im, ez pêşmergeyê kurdan im, ez serokê kurdan im, ez mamosteyê zarokên kurdan im…” nabe, kes wiha nabêje.
Meriv dibêje:
-Ez mamosteyê zarokên kurda me/
Lê:
Em mamosteyên zarokên kurda ne.
Ya jî:
-Em mamosteyên zarokên kurdan in.
Ev fikrê min e, li gorî zanîna xwe ez wiha dibînim. Lê dibe hin hevalên zimanzan vê dîtina min şaş bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE