16 oktober 2018

Li ser zimanê stranekê

Şehrîbana Kurdî (1)


Ecêba giran, Şehrîbana Kurdî di vê stranê da (Ez keç im keça kurda me) dibêje:

”Ez keçim keça kurdan im
Kulîlka serê lawan im
Rîhana rez û çeman im”

Stranekê çawa meriv kane hewqasî şaş bibêje ez fêm nakim.
Rastiya wê dibê wiha be:

-Ez keç im keça kurda me
kulîlka serê lawa me
Rihana rez û çema me.

Aynûr Dogan jî vê stranê bi eynî şaşiyê dibêje.
Hûn dibînin Mêrdîn çiqasî xweş e !

Mem Alan Kekê Zinar bawer im tu dizanî lê dîsa jî bersiveke kurt...di axaftina rojane de weke ku tu dibêjî tê gotin lê li gor rêziman û rastnivîsê dibêm qey Şehrîban mafdar e, Aynûr jî li ser...

Remzî Kerîm Zinarê Xamo bibûre, bi xudê min xwe negirt. Orîjînala stranê Mihemed Şêxo gotiye û di orîjînalê de jî dibêje: "Ez keç im, keça kurdan/gundan im, kulîlka serê lawan im, rîhana rez û çeman im". Ew "n" a pirjimarîyê di axaftina rojane de carna nayê gotin û gava neyê gotin jî wate carna "diguhere". Eger mirov bifikire: ava kanîyan/ava kanîya....derdê dilan/derdê dila.....li serê çîyan/li serê çîya.......kulîlka ber serê lawan/kulîlka ber serê lawa...wek wate yek in. Jixwe di frasa DERDÊ DILA de A bi tena serê dibe pirtika pirjimarîyê ku ev jî ne rast e, divê pirjimarî bi ANê bê xuya kirin.

Xelil Bırini "An" a Ii dawîya kurdan ne pirhejmarî ye. Aîdiyet e.

Zinarê Xamo Lê Remzî Kerîm gotiye:
"Ew "n" a pirjimarîyê di axaftina rojane de carna nayê gotin û gava neyê gotin jî wate carna "diguhere".

Xelil Bırini Gelî birayên hêja! bi vî awayî problemên zimanê me nayin gengeşe kirin. Ev mijareka muhim e. divê kurd serê xwe li ser biêşênin. kurd nabêjin ez keça kurdan im. hostayê dîwaran im. xizêma pozan im. Eger milletek nebêje û hinek bibêjin ev problemek e.

Remzî Kerîm Xelîl ji sedî sed rast e. Tewanga aîdîyetê ya pirejmarê ye.

Mustafa Aydogan Kek Zinar, her çî qayîdeyên rêzimana kurdîya kurmancî ne, ez li gel wan têbînîyan im ku Remzîyî li vê derê nivîsîne, loma ne pêwîst e ku ez wan ducare bikim. Lê her çî stran bi xwe ye, bi dengê Mihemed Şêxoyî li nava kurdan belav bûye û xwedîyê gotinênwê jî bi qasî ku ez dizanim Evdilezîz Seferî ye. Helbet pirsa ku bûye bingehê minaqeşeyê awayê nivîsînê ye; gelo divê "kurdan im" an "kurda me"? Tiştê ecêb ew e ku di esilê vê stranê de "kurd" tune ye. Peyva ku heye "gund" e, ne "kurd". Ango "Ez keç im keça gundan im".

Mustafa Aydogan Peyvên strana ku min ji Mihemed Şêxoyî bihîstiye:
"ez keç im keça gundan im
kulîlka serê lawan im
rihana rêz û çeman im
lawiko ez bêrîvan im

delalê tu xwînşêrîn î
dil req î lêv hingivîn î
van xorta gava min dibînî
bêriyê ez evîndar im

lawiko evînî şerm e
geleka bi tirs û sehm e
evînî guneh e li dev me
lawiko ez bêrîvan im

delalê bêjin rihanê
kulilka heyva gulanê
rêzana xweşiya jîyanê
delalê ez evîndar im

lawiko were mala me
min bixwaze û sehke kilame
gustilkê bike tilîya min
lawiko ez bêrîvan im

delalê bêje bavê xwe
te bidin min serê xwe
qayil ke delalê dilê xwe
bêrîyê ez evîndar im"
Zinarê Xamo Baş bû te gotinên stranê weşand.
Derket ortê ev form, ev hawê gotinê ne formeke kevn e, şexsekî nivîsî ye. Şexs kane şaş binivîse.
Yanî wek îhtîmal ev mimkûn e.
Em her roj zimanê nivîskaran rexne dikin.
Heta ferhengên kurmancî jî Rexene dikin û dibêjin filan gotin şaş e. Yanî nivîskar bi xwe jî kane ev form şaş bi kar anîbe, ev yek.
Ezê numûneyke şaşiyê ji stranê bi xwe bidim. Di stranê da rêzeke wiha heye:
-Van xorta gava min dibînî.
Ev gotin li gorî gramera kurdî şaş û nayê fêm kirin.
Rastiya wê dibê wiha bûya:
”Van xortan gav min dibînin.”
Lê wî wiha negotiye.
Yanî dibêjim şair çi gotibe nayê wê manê ji alî rêziman sedîsed rast e. Belkî ji bo ku wezn û kafiye hev bigrin wiha gotiye.
” delalê tu xwînşêrîn î
dil req î lêv hingivîn î
van xorta gava min dibînî
bêriyê ez evîndar im”
Di vir da meriv dibîne ji bo ku wezn û kafiye hev bigrin gotiye ”van xorta gava min dibînî”, ne ku dibînin.
Û ji xortan ra jî gotiye ”xorta”, yanî ”N” piraniyê tuneye.
Çi malûm e ”ez keç im, keça kurdan im” jî ji bo ku wezn û kafiya hev bigrin negotibe?
Zinarê Xamo Birayê Mem Alan û Remzî Kerîm, haya min ji wê qaîdeya pirjimariyê ya hûn dibêjin heye, lê di vir da, di vî haletî da meriv nabêje ”ez keç im, keça kurdan im”.
Meriv ya dibêje ” ez keç im, keça kurda me” ya jî ”ez keç im, keça kurda mi”.
Meriv tu carî nabêje ”ez lawê kurdan im”.
Di her zimanî da bi qaîdeyan ra îstîsna jî hene.
Formekî miletek bi kar neyne, bikaranîna wî zor be tu nikanî milet mecbûrî bikaranîna wê formê bikî.
Ji xwe di stran û şiîrê da azadiya derqaîdetiyê heye, wek di nesrê da meriv xwe bi qaîdeyên rêzimên girê nade.
”Ez keç im, keça kurdan im” nabe, heger ilmê zimanê me dibêje gerek meriv wiha bibêje, ew ilm şaş e.
Dibê ya meriv bibêje, ”Ez keç im, keça kurda me, ya jî ”ez keç im, keça kurda mi”.
Ev herdu form jî rehet tên gotin û di praktîkê da kurd bi kar tînin.
Lê bi hawê ”ez keç im, keça kurdan im”, ”ez lawê kurdan im” ez bwer nakim li tu derê gel bi kar tîne.
Heger heye çavkaniyeke gel, şiîreke klasîk nîşan bidin.
Ava kaniyan sar e, rast e û gel jî dibêje. Carnan ”n”yê nabêjin lê gotina wê rehet e û çaxa meriv di nava gel da bibêje ”ava kaniyan sar e” kes ecêb nabîne.
Lê tu nabe bibêjî ez ”ava kaniyan im” ! Di axaftinê da tu kes wiha nabêje. Dema tu wiha bibêjî xelkê bibêje belkî tu dimsoyî û ya jî mihelmî ye.
Yanî qesta min ewê bibêjin kurmanciya te zeîf e.
Dibê tu ya bibêjî ”ez ava kaniya me” ya jî ava kaniya mi. Di herdu forman da jî ”N” dikeve. Ji ber ku gotina ”kaniyan” zahmet e. Lema jî gel ew rehet kiriye. Di zimên d atu tişt bela sebe naguhere. Guhertin dû ra dibin qaîde. Lê destpêkê ne qaîde ne, îstîsna ne.
-Ava kaniyê me. Kanî yek e, rast e.
-Ava kaniya me/mi. Kanî ji yekê zêdetir in û her du form jî tên bikaranîn.
-Derdê dilan rast e.
Lê tu nikanî bibêjî ”ez derdê dilan im”! Nabe, ne xweş e, gotina wê zor e. Û ya herî muhîm kes wiha nabêje. Ne li gorî rêzimana kurdî be jî, formek derqaîde be jî xelk wiha dibêje, îstîsna ye.
Yanî dibê ya tu bibêjî ”ez derdê dila me” ya jî derdê dila mi.”
Li serê çiyan tim mji û dûman e, rast e, meriv wer dibêje.
Lê tu nikanî bibêjî ”ez li serê çiyan im”.
Kes wiha nabêje.
Rêzimana ji min ra bibêje tu yê wiha bibêjî ez wê rêzimanê qebûl nakim. Meriv ya dibêje ”ez li serê çiya me” ya jî ”ez li serê çiya mi”.
Dibe ku formekî din jî hebe.
Ji bo piraniya çiyan xuya bibe û rehet were gotin ”n” dikeve.
”Ez li serê çiyê me.” Li vir çiya yek e.
”Ez li serê çiya me ya jî li serê çiya mi.” Li vir meriv dibîne çiya plûral e.
Lê ”ez li serê çiyan im” nabe, kes wiha nabêje, qaîde wiha bibêjî kes vê qaîdeyê bi kar nayne.
Dibê hevalên zimanzan, yên bi zimên mijûl dibin vê realîteya civakî ya axaftinê bibînin û qaîdeyan li gorî vê rastiyê modîfe bikin. Çimkî kes formeke wiha bi kar nayne. Heger di folklora me da, di şiîrên kurmancî da formeke wiha heye ez dixwazim bibînim.
Lê heger hebe jî êdî kes viya bi kar nayne. Ez wiha difikirim.
Tu qaîde ne ebedî ye, bi wextê ra kevn dibe û tê guhertin. Kurmanciya îro ya hezar sal, 500 sal berê ne wek hev e, gelek qaîd û form hatine guhertin û ewê her tim jî werin guhertin.

Azadi Libertad Keçka gundê me
Ez keç im keça gundan im
Kulîlka serê lawan im
Rîhana rêz û çeman im
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê tu xwînşêrîn î
Dil req î lêv hingivîn î
Mij xorta gava min dibînî
Bêriyê ez evîndar im

Lawiko evînî şerm e
Geleka bi tirs û sehm e
Evînî guneh e li dev me
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêjin rihanê
Kulilka heyva gulanê
Rêzana xweşiya jîyanê
Delalê ez evîndar im

Lawiko were mala me
Min bixwaze û sehke kilame
Gustilkê bike tilîya min
Lawiko ez bêrîvan im

Delalê bêje bavê xwe
Min bide û dewlet serê xwe
Qayil ke delalê dilê xwe
Bêrîyê ez evîndar im
Helbest: Ebdulezîz Sefer
Muzîk: Mihemed Şêxo

Azadi Libertad Biborînin ji ber dubarekirina weşana teksta stranê, min şîroveya rêzdar Mustafa Aydogan nedîbû.

Zinarê Xamo Tiştê ecêb derket ortê şairê gotinên stranê gotina ”kurd” bi kar neaniye, gotiye ” ez keç im keça gundan im”
Baş e, nuha ez ji kekê Remzî Kerîm, Mem Alan, Mistefa Aydogan û Xelîl Birînî dibpirsim: ” ez keç im keça gundan im” rast e, kurd wiha dibêjin?
Ya jî meriv bibêje:
-Ez keçim keça kurda me.
-Ez keçim keça kurda mi

Hekim Sefkan ya rast weha ye " rastnivîs" keça kurdan im..lawan im..." bi xwe Gundan im ne kurdan im...
incex ji bo şaş neyé bikaranînin kirine kurda me..lawa me...
ma ne ku pirbûna kurd ..kurdan e..ya law jî lawan e...
wè demê gerekî weha be" keça kurdan me...

Xelil Bırini kek Zinar rastîya wan peyvan te pirsîye.

Xelil Bırini kek zinar! rastîya wan peyvan ez waha bikar tînim. Ez keça kurda me, gulîlka serê lawa me, dêya xorta me. hostayê dîwara me.

Hozan Brader Yekî stranbêjê me digot"hêstrê çavê dayîkan im"
Ne şaşe,lê gerek bi tewanda û gotibûya..."hêstirên çavên dayika me"

Hekim Sefkan min dixwest ez wê nimûné bidim.Ew starana mine Comerd dixwîne ..Strana Ez şehîd im.
min weha wek te got iye nivîsand..lé vé dawiyé wan jî gptin hêsré çavé dayika me.

Hozan Brader Hekim bo mîjar were famkirin min nivîsî.Bi min herdûjî bi niviskî rastin û problem tune.Lê di zargotinê de tewandin heye û xweştire.

Hozan Brader Kurdistan a Kurdan e an a Kurda ye.

Xelil Bırini Xelil Bırini Gelî birayên hêja! bi vî awayî problemên zimanê me nayin gengeşe kirin. Ev mijareka muhim e. divê kurd serê xwe li ser biêşênin. kurd nabêjin ez keça kurdan im. hostayê dîwaran im. xizêma pozan im. Eger milletek nebêje û hinek bibêjin ev problemek e.

Remzî Kerîm Zinarê Xamo 1- Rêzên helbestê neku wek te nivîsîye:::::"Ezê numûneyke şaşiyê ji stranê bi xwe bidim. Di stranê da rêzeke wiha heye:
-Van xorta gava min dibînî.
Ev gotin li gorî gramera kurdî şaş û nayê fêm kirin.
Rastiya wê dibê wiha bûya:
”Van xortan gav min dibînin.”
Rêza helbestê weha ye: "J van xorta gava mid bînî. Anku: J van xortan gava mi dibînî. Yanî hîç ne wek ku te gotiye:_"Van xortan gav min dibînin". Lê nizanim te çima weha ji xwe re li hev anîye. 2- Tu dibêjî: "Rêzimana ji min ra bibêje tu yê wiha bibêjî ez wê rêzimanê qebûl nakim"....." ”Ez keç im, keça kurdan im” nabe, heger ilmê zimanê me dibêje gerek meriv wiha bibêje, ew ilm şaş e.
Dibê ya meriv bibêje, ”Ez keç im, keça kurda me, ya jî ”ez keç im, keça kurda mi”. Ev gotin xuya dikin ku tu kurdîya xwe wek "navenda" vî zimanî û vê rêzimanê dibînî. Û şûna guftûgoyê, bi pêşhukmên "ev zehmet e, ev rehet e, xelk weha dibêjin, xelk weha nabêjin" bi dawî tînî. Anku te bi awayekî rê li ber guftûgoyê girtiye. 3- Zinarê Xamo te gotiye "Ava kanîyan sar e" rast e. "Derdê dilan" rast e. Eger rast bin ne lazim e em guftûgoyê dirêj bikin. Çunkî Ava kanîyan/kanîya, Derdê dilan/dila heman tişt in. Ger tu vê frasê di kîjan hevoka durist ya kurmancîyê de bi kar bînî, çênabe tu formeka din jê re peyda bikî. Elementên din yên hevokê tesîrê li ser rastbûna vê frasê nakin ................................. Hêja Xelil Bırini te du cara gotiye "ev mijareke muhîm e, bi vî awayî problemên zimanê me nayên gengeşe kirin", lê te bêyî gengeşe gotiye, hukmê xwe daye û gotiye kurd weha dibêjin, weha nabêjin, rastî weha ye ûhwd. Bêguman rewş ne ew rewş e ku mirov bi riyên cûrbicûr bê ba hev, guftûgoyê, lêkolînê bike û bigihe encamekê.................................... Ji ber ku wek hemû zimanên din, zimanê kurdî jî xwedî qeyde û rêzikan e. Bi riya lêkolînan mirov van qeyde û rêzikan û rêzimana zimanekî bi tevî hemû qeyde û awarteyan zelal dike. Medya Civakî jî yek ji van riyên guftûgoyan e. Û bi min yek ji wan riyên herî baş û praktîk e jî. Eger te riyên guftûgoya rast jî bigotaya, yan dîtinên xwe zelal bikirana -ne bi tenê ev rast e, ev ne rast e, lê bersiva pirsa ÇIMA rast e, ÇIMA ne rast e jî bidaya- wê guftûgo rengîntir bûya.

Zinarê Xamo Remzî, ev rêz "van xorta gava min dibînî", min ji ba xwe nenivîsîye, min ji nivîsa Mistefa Aydogan girtiye. Nivîsa wî li jor e, tu kanî lê binêrî.

Remzî Kerîm Min dîtiye, lê peyva "ji" wekî "j" hatiye gotin û bi hêsanî nayê bihîstin.

Remzî Kerîm Pênc têbînîyên din: 1- Kurmancîaxêv ne bi tenê rewşa "derdê dilan", "ava kanîyan, "serê çîyan" kurt dikin, dibêjin "derdê dila-ava kanîya-serê çîya. Di rewşek din de jî ev kurtbûn xuya dike: Hêsîrê wî wek baranê dibarîyan. Hevalê mi hatin. Di her du hevokan de jî "n" nayê gotin. Hêsîrên wî wek baranê dibarîyan û Hevalên min hatin ji alîyê rastnivîsînê ve rast in. Lê hin kurmancîaxêv kurt dikin. 2- Eger hesasîya hinekan ji ber lêkera "niyan"ê be û nexwazin vê lêkerê tevlî gotina "Ez keça gundan im", "ez hostayê dîwaran im", ûhwd be, divê bêt gotin ku hin kurmancîaxêv vê lêkerê nizanin, şûna wê "gan" yan "kutan" heye û lewra ew hesasî peyda nabe. 3- Ev rewş bi tenê bi cînavê "ez-em-hûn-ew-ê re peyda dibe. Gava cînav ne ev bin, û dem ne dema nuha be, jixwe munaqeşeya wê jî nayê kirin. 5- Di kurmancîyê de dengê dawîyê yê gotinê girîng e. Gotin bi dengdêrekê biqede rewşa dema nuha û pirtikên cînavê "me, ne-" pê ve dibe: Ez gundî me-em, hûn, ew gundî ne. Gotin bi dendarekê biqede im in -î-e-in pêve dibe: Çantên me giran in. Çîya bilind in. Ez kurd im tu mamosta (y)î, ew dost e ûhwd.

Zinarê Xamo Remzî, ev gotina te ji bo min gotiye: ” Lê nizanim te çima weha ji xwe re li hev anîye.” qet ne xweş e. Ez pê êşiyam. Fena ku min tiştek bi zanetî tahrîf kiribe. Gotina te tê wê manê.
Min tiştek ji ba xwe ninivîsîye, Mistefa Aydogan stran numûne daye, min jî ji wê numûneya wî girt.
Û nivîsa wî jî li ber te ye. Li gel vê jî te ji min ra gotiya ” Lê nizanim te çima weha ji xwe re li hev anîye.”?
Dibê tu wiha nekî.
Min rexne bike, bibêje dîtinên min şaş in, lê min bi tahrîfatê îtham neke. Heger di wê numûneya Mistefa Aydogan da şaşiyek ya wî ye, ne ya min e.

Remzî Kerîm Zinarê Xamo ku tu pê êşîya bî, bibûre. Lê min li ser vê gotina te têbînîyek gotibû: "Rastiya wê dibê wiha bûya:
”Van xortan gav min dibînin.”
Lê wî wiha negotiye." Ev gotina te ye, ne ya Mustafa Aydogan. Û min li ser vê gotina te nivîsîbû.

Zinarê Xamo Remzî Kerîm , spas.
Feqet min negotiye camêr wiha gotiye. Ew hevoka min wiha ye:

"Di stranê da rêzeke wiha heye:

-Van xorta gava min dibînî.
Ev gotin li gorî gramera kurdî şaş û nayê fêm kirin.
Rastiya wê dibê wiha bûya:
”Van xortan gav min dibînin.”
Lê wî wiha negotiye.
Yanî dibêjim şair çi gotibe nayê wê manê ji alî rêziman sedîsed rast e. Belkî ji bo ku wezn û kafiye hev bigrin wiha gotiye."

Remzî Kerîm Baş e Zinarê Xamo bibûre.

Zinarê Xamo Ser çavê min, şeva te xweş.

Remzî Kerîm Ta te jî-

Seydo Seydo Kek Zinar, heta ku mirov mecbûr nemîne, mirov di stras û helbestan de li rêziman û zimannasiyê nagere, lewre pîvanên stran û helbestan wan mecbûr dikin ku guh nedin wan qaîde û zagonan. Ya rast, li gorî rêzimanê, diviya "ez keça Kurdan im... lavan im" bûya, lê belê, girtîbûn û vekirîbûna kîteya dawîn û ahenga gotina stranê heye. Hingê, nîqa$a we nikare bigihîje encamekê. silav û rêz.

(1) Wek di qapaxa albumê da jî xuya dike, nav "Ez keça kurda me". Lê di stranê da dibêje "Ez keç im keça kurdan im."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE