16 oktober 2018

Di hundurê min da şewatek heye



Şev zîz bûye
Ez bi tenê me,
ne ins, ne cins,
 kes tuneye
ji êvar da vedixwim
serxweş im
Ne bînteng im
ne kêfxweş im
nizanim çi dixwazim
nizanim çi binivîsim
dikevim xem û xeyalan
xerîbî
surgûnî
tenêtî
bindestî
bêwelatî
bêwefayî
hemû dikevin ser hev
Du hundurê min da şewatek heye
Lê ez diqefilim
dengê guve guva ba û bahozekê tê min
guh didimê
dibînim tişt tuneye
hemû xeyal e


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE