17 oktober 2018

Tirkiye bûye hêlîna mafya koçberan



7 roj berê(10/10) boteke koçberan li Îzmîrê di Derya Egeyê da binav bû 34 kes mirin. Ji kesên jiyana xwe wenda kirin 19 kes kurdên başûrê Kurdistanê bûn. Ji 35 kesan jineke kurd tenê xelas bû.

Do ne pêr dîsa li Îzmîrê qamyonek qulibî û îcar jî 22 koçber mirin û gelek jî birîndar bûn.


Parlamenterekî CHPê li ciyê bûyerê ji medyayê ra got li Îzmîrê tenê 350 hezar koçber hene. Li Tirkiyê hêzên mafîa ji koçberan bi milyaran pere qezenc dikin. Çete, mafî bi hêzên ewlekariyê û bi berpirsiyarên dewletê ra di nava hevkariyê da ne. Heger ne wisa be ne mimkûn e bi sedhezaran koçber werin Tirkiyê û ji vî bajarî herin wî bajarî.

Li Îzmîrê 350 hezar, li Stenbolê qala 3,5ê dikin. 

Di medyaya tirk da meriv her roj dixwîne, ji Pakîstanê, Bengalê, Afganîstanê di ser Îranê ra her roj qefle bi qefle însanan derbasî Tirkiyê, bajarên Kurdistanê dikin û ji wir jî peyder pey dişînin Yûnanîstanê û gelekên caran jî ser mirinê.

Mafîa tirk ji Pakîstanê, Afganîstanê û hin welatên din însanan top dike û dû ra grûb bi grûb dixe ser riya Ewrûpayê. Bi milyonan pakîstanî û afganî di rê da ne, qefle bi qefle di ser Agiriyê, Îdirê û Wanê ra derbasî Tirkiyê dibin.

Ev tişt bi dizî nabe, wek parlamenterê CHPê jî got, mafîa, polîs û hêzên ewlekariyê bi hev ra dixebitin, bêyî destûra berpirsiyarên dewletê û hêzên ewlekariyê ne mimkûn ji Îranê bi sedhezaran însan derbasî Tirkiyê bibin. Tirkiye wek dewlet bi mafîayê ra dixebite û ji koçberan pera qezenc dike.

Û ji aliyê din jî ve jî ji bo koçberan neşîne ji Yekîtiya Ewrûpayê bi milran alîkariyê digre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE