17 oktober 2018

Tirk û guherîn



Cîranekî minê tirkê Konyayê heye. Deriyên me li hev dinêrin. Di salên 1960î da di 10 salîya xwe da, bi bavê xwe ra hatiye Swêd. Yanî li vir mezin bûye. Lê ew û pîreka xwe, wek hîn nuh ji gundekî Konyayê hatibin.

Lawê wan yê mezin bi yeka swêdî ra zewicî bû lê hev berdane.  Lawik nuha li ba bavê xwe dimîne. Du keçên lêwik hene; li dora 6, 8 salî ne.


Nuha ez ji gerrê hatim, ew û zarokên xwe jî hatin. Herdu keçik berî wî reviyan hundur hewşê, ew jî li pê wan ket hundur. Min li posta xwe mêz dikir. Deng hat min, ji zarokan got, ”dest nedinê, binêr ezê li we xim ha! Weleh ezê li we xim ha!”

Bavê wî deh salî bûye hatiye Swêd, ew li vir çê bûye, pîreka wê swêdî bûye, lê hîn jî ji zarokên xwe ra dibêje ”ezê li we xim ha!” Hîn jî kultura wî ya perwerdê û terbiyekirina zarokan tirsandin e. Hîn jî zarokên xwe bi tirsê terbiye dike.

Medenîbûna tirk û ereban ne rehet e, pir wextê digre. Heger ne li dijî qanûnên dîyalektîkê, dîtinên apê Heraclîtus ya guherînê bûya minê bigota tirk û ereb naguherin…

Ev ne mesleyeke dînî ye, mesleyeke îdeolojîk, kulturî û irqî ye. Piraniya kurdan jî musilman in, lê diguherin…

Tenê tiştek naguhere, ew jî guherîn bi xwe ye.
///Heraclîtus

Însan bi guherandina fikrên xwe kane jiyana xwe biguhere
///William James


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE