17 oktober 2018

Çima koletî ?




Telewîzyona Swêd kanala 1. li ser keça kurda êzdî Delalê fîlmekî dokumenter nîşan da. Delal nuha li Almanya dimîne.

Navê dokumenter, "Çima koletî: Ez li ba Daîşê koleya seksê bûm"

Bêyî Delal bi keçeke din Luîsa û çend kesên din ra jî dipeyivin. Dokumenterekî îngilizî ye.
 
Dema Daîşê Delal revandine 17 salî bûye û  gelkî êşandine. Em zanin çi anîne serê wan, yekî firotiye yekî din.

Di programê da bi psîkolog Jan Kizilhan jî dipeyivin û ew jî li ser trajediya hatiye serê êzdiyan gelek tiştên muhîm dibêje.

Min lê temaşe kir lê pir zor bû.

Gerek rojekê kurd heyfa xwe ji ereban bigrin. 

Gerek ev zulma li êzdiyan kirin ji van kûçikbav û dêqahpikan ra nemîne.

Dilê kurdê li ereban sipî bibe merivekî pir rezîl û bêheysîyet e, bêxîret e !

Lê dinya jî, Neteweyên Yekbûyî, Mahkima Edaletê ya Navnetewî û dezgehên din yên navnetewî jî bi wacibên xwe ranabin û qatilên Daîşê û dewlet û hêzên li pişt Daîş dernaxin ber edaletê. 

Dibê Daîş û dewletên piştgirî dan wê jî wek Naziyan werin girtin , mahkime bibin û werin cezakirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE