18 oktober 2018

Dîn û dîndarî



Dîndariya zêde wek vexwarina alkola zêde ye, meriv bêhiş û serxweş dike, dibe sebebê meriv bela xwe di xelkê bide, midaxeleyî jiyan û tercîhên însên bike. 

Hûn bi kê bawer dikin, çiqas nimêjê dikin û rociyê digrein hûn serbest in, lê heqê we tuneye hûn viya ji xelkê jî bixwazin, li ser kesên ne bawermend jî fers bikin, bixwazin her kes wek we bike û bijî.


Heta nuha min qet nedîtiye ataîstekî, yekî baweriya wî bi dîn tuneye ji kesî ra gotibe bi Xwedê bawer neke, nimêjê neke, rociyê negre, ji musilmantiyê derkeve.

Min bi xwe jî tiştekî wiha tu carî ji kesî ra negotiye û nabêjim jî. Kî bi çi bi Xwedê bawer dike ya nake, vedixwe, venaxwe serbest e, ez mesûlê şexsê me.

Lê musilmanên dîndar dixwazin her kes wek wan bin û wek wan bijîn. 

Ew alkolê venaxwin, dixwazin kes jî venexwe.

Yaho çi ji we re? 

Yê here cahnimê ez im, yê vedixwe.

Ev 38 sal in li Swêd dijîm min qet nedîtiye dîndarên wan wek yên me baweriya xwe, îdeolojiya xwe, şiklê jiyana xwe li ser kesên din ferz bikin. 

Ji xwe tu kes ji tu kesî ra nabêje tiştê ez dikim rast e, yê te şaş e, dibê tu wek min bikî û wek min bijî.

Kî çawa dijî serbest e.

Lê dîndarên me dixwazin her kes herin ser dînê wan û wek wan bijîn.

Birayên ezîz, kes di ber kesî da naçe cinet û cahnimê. Xwedê bike bi bawerî û îbadeta xwe hûn bifrin, herin cinetê, lê midaxeleyî jiyana xelkê nekin.

Mîhî bi nigê xwe, bizin bi nigê xwe ve bi darda dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE