28 maj 2020

Tiştê çû mede dû

Lev Tolstoy


Ji Lev Tolstoy çend peyvên manîdar:

-Jiyan ne tiştê çûye bi paş da tîne, ne jî wexta te wenda kiriye bi paş da vedigerîne. Tiştê tu yê bijî ya dibê tu di wextê da bijî, ya jî ji bo ku tu nejiyaye tu yê negirî.

-Perê hûr bêrîka însên qul dike, merivê hûr dilê însên. Ji ber wê jî herduyan jî xerc bikin bira here.

-Ji ber ku piraniya însanan çewtiyê dikin, çewtî ji çewtîtiyê dernakeve.


-Ji jiyana kesên din dersê bigrin. Ji ber ku însan jiyaneke hewqasî dirêk najî çewtiyan hemûyan bi xwe bike.

-Çawa ku bi qasî jimara seriyan fikir heye, bi qasî jimara dilan jî babetên hezkirinê heye.
-Însan dersa ewê çawa bipeyivin digrin, lê belê ilmê herî mezin, zanebûna merivê çawa û kînga bêdeng bimîne.



Balzac gotiye, ”Tu çi dikî bikî, tu çawa dijî bijî, lê belê ji bo ku tu bikenî kesî bi girî neke û ji bo berjewendiyên xwe kesî nefroşe.”

Nivîskarê mezin rast gotiye, dibê meriv şexsiyeta xwe bi malê dinyayê nede. Li vê cîhanê serweta herî mezin şexsiyeta meriv e. Dema te ew wenda kir, serweta te bi qasî ya Qarûn be jî bêfeyde ye, serê te tim di ber te da ye.

XXX
Hin kes ji min gazinan dikin, dibêjin tu pir bînteng î. Ev gazin ne rast e. Li hemberî kurdperweran pir bînfireh im, eynî wek pempo nermim. Lê li hemberî hevalbendên neyarên kurdan û dagikerên Kurdistanê histirî û gongil im, ji kaktûsan jî xerabtir im.

XXX
Li Kurdistanê bi keriyan namerd, diz, virek, fêlbaz, xayinên qewmê xwe hene. Wek heywanên hov tenê li zikê xwe difikirn. Û têra xwe jî kone ne. Bindestî, zulma dijmin wan nerehet nake. Ji hevaltiya dagirkeran şerm nakin, çimkî bêar in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE