01 maj 2020

Analojiyek li ser xelata Evdila Keskîn

Evdila Keskîn

Evdila Keskîn(Abdulah Keskîn) gotiye  di dewsa peyva ”derbasbûyî” da kî peyveke li gorî dilê min bibîne ezê 40 kitêbên Avestayê wek xelat bidimê.

Xelatê bala min kişand.

Pêşniyara Evdila Keskîn a li ser xelatê wiha ye:
”Peyvek bi 40 kitêbî! Zimanzanên me peyvek ji vê “derbasbûyî be” re nedîtin û çû. Her cara ji yekî re dibêm “derbasbûyî be” dikevim halê nexweşan, ku bibîne gerek wê peyvê ew bêje min. Ewqas ne bi dilê min e yanî. Kî peyveke bi dilê min bibîne, 40 kitêbên Avesta ezê diyarî bidimê.”


Pêşniyareke pir comerdane ye. 

Bi destûra we, ezê analojiyekê li ser vê xelata wî ya comerdane çê bikim.

Ji bo gotinekê 40 kitêb xelat ne hidik e, pir e. Ancax yekî pir comerd, yekî bonkêr kanibe ji bo gotinekê xelateke hewqasî mezin deyne.

Ez Abdula Keskîn ji nêz ve nas nakim, me bi hev ra qahweyek jî venexwariye. Lê bi qasî min ew ji medyaya sosyal nas kir, merivekî jîr û bonkêr xuya dike. 

Meriv ne bonkêr be ji bo gotinkê 40 kitêban xelat nade xelkê. Ne kitêbek, ne du kitêb, 40 kitêb…
Vê xelatê di heqê wî da ew întîba bi min ra çê kir. 

Helbet yek kane bibêje bi gulekê nabe bihar. Lê bi gulekê nebe bihar jî, nîşana hatina biharê ye.

Ez dibêjim heger ew yekî pir zengîn bûya, wek hin kurdên milyarder, perê wî jî hebûya ewê ji kurdan ra gelek karên baş bikira. 

Ji bo navê xwe jî bikira fêda wê di kurdan bigeriya.

Çimkî li gorî analojiya min, mêrik him bonkêr xuya dike û him jî ji tîcaretê fêm dike. 

Heger bi tucarekî ra ev herdu xusûsîyet, jîrîtî û bonkêrî hebin, kane bi rehetî rîskan bigire û tiştên mezin bixuliqîne.

Ya din jî camêr xwedî îstîkrar e, ji bo biserketinê ew jî gelkî muhîm e. 

Ev 25 sal in weşanxaneya Avestayê dimeşîne û weşanên xwe sal bi sal baştir û bi qalîtetir dike. Yanî tim û daîm guherînekê, pêşdeçûnekê çê dike, bi paş da naçe, di ciyê da xwe da namîne, mezintir û baştir dibe.

Lema jî min ji xwe ra got heger ev camêr pir dewlemend bûya, ewê ji bo kurd û kurdistanê gelek tiştên baş bikira. 

Bi qasî ez ji dûr ve texmîn dikim halxweş e, lê zêde ne dewlemend e.
Lê dîsa jî meriv nizane pere û îman bi kê ra heye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE