01 maj 2020

Ez ji kurmanciya te baş fahm dikim !


Carnan hin kes pesnê zimanê min didin, ji min ra dibêjin, ”zimanê te, kurmanciya te gelkî rehet e, em baş jê fahm dikin. Gelek kurd hene, bi kurmancî dinivîsin lê em tiştekî jê fehm nakin...”

Ji ber asîmîlasyonê û sebebên em giş pê zanin, em ne xwedî dewlet in, em bi zimanê xwe naxwînin, zimanekî me yê standart tuneye, kurdên bakur hemû baş ji hev fahm nakin.

Çimkî zaravayê kurdan gişan ne wek hev e. 

Kurdên berferatî û kurdên culemêrgî, kurdên cizîrî û yên qerejdaxî bi rehetî ji zimanê hev fêm nakin. Ev rastiyeke me ye û dibê em li gorî wê hereket bikin. 


Îcar ev ne bes e, di ser da kesên bi kurdî dinivîsin heger ew jî gotinên çêkirî bi kar bînin û guh nedin sentaksa kurmancî wê demê zimanê wan nayê fêmkirin. 

Ji bo kurd bi rehetî ji hev fêm bikin dibê meriv peyvên çêkirî, yên naylon bi kar neyne, bi zimanê milet pê dipeyive binivîse.

Sebê gelek kes ji kurmanciya min fêm dikin û jê hez dikin, ez bi zimanê milet dinivîsînim.

Sohbeta bi xoretkî ra:


Zinarê Xamo: Nivîsên te giş bi tirkî ne heyran. Ez kesên bi tenê bi tirkî dinivîsin taqîb nakim. Tiştekî pir ne muhîm be ez bala xwe nadim nivîsên bi tirkî. Heger tu dixwazî ez te taqîb bikim dev ji tirkî berde, dest bi kurdî bike. Ji taximê tirkî derkeve, were bibe lîstikvanekî kurdî.

Mem Husedin: Lê zimanê te gelek qolay e, baş fehm dikim. Nece Kurd haya, bi Kurmancî dinivisin lê tişt fehm nakim.

Zinarê Xamo: Kurmanciya te jî pir baş e. Ez ji kurmanciya Berferatiya pir hez dikim. Kurmanciya semsûriyan, meraşiyan, meletiyan xweş e, otantîk e. Gerek hûn kurmaciya xwe ji bîr nekin. Mesele daxwaz e, tu bixwazî tu yê kurdîya xwe bi pêş bixî. Bixwîne, binivîse. Bira şaşî hebin, tişt nabe.

Leyla: Mamoste bloga te dişopînim û dixwînim li ser tvîtir û kurdnîvisa jî tiştekî nanîvisînî fikr û nêrînê te meraq dikim serkeftin.

Zinarê Xamo: Wele bi ya min dibê em kurd wek ferdên minletên din bi zimanê xwe binivîsin û bi peyivin. Ev yek ne fedekariyeke, ne çêyiyeke. Esas gerek meriv doza tiştekî wiha li hev neke. Ma tirk ji hev ra dibêjin bi tirkî binivîse û ji bo yek bi tirkî dinivîse kes pesnê wî dide? Lê em dikin

Zinarê Xamo: Di bloga min hindik-rindik da, di beşê blogeriyê da çend nivîsên li ser blog û blogeriyê hene. Deme wexta te çê bû lê binêre. Wekî din nizanim qesta te çi ye, tu çi meraq dikî ?

Leyla: Min hindik rindik xwendi bû der heqê kurdinûsa fikir û ramanen we miraq dikim

Zinarê Xamo: Di bloga min hindik-rindik da, di beşê blogeriyê da çend nivîsên li ser blog û blogeriyê hene. Deme wexta te çê bû lê binêre. Wekî din nizanim qesta te çi ye, tu çi meraq dikî ?

Leyla: Min hindik rindik xwendi bû der heqê kurdinûsa fikir û ramanen we miraq dikim

Bersêlê: Mamoste em hinek henin ku hêdî hêdî rêya dilşayî digrin

Zinarê Xamo: Hindik be jî em tesîrê li hev dikin. Hindik be jî hin kes bi şaşiya xwe dihesin û tên ser riya rast Deh, panzde sal berê hevlên min pir hindik bûn, nuha mala Xwedê ava be hevalên min pir bûne û roj bi roj zêdetir dibin. Îstîkrar, înad fêkiyê xwe dide, hindik e lê ji berê baştir e



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE