01 maj 2020

Li ser beyanekê





Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan(ya Sovyeta kevn) li ser vîdeoya Şivan Perwer a dawî û ”uzirxwestina wî” ji êzîdiyan beyanek belav kiriye.

Esas Şivan Perwer tu uzir muzir jî nexwestiye, lê em wer qebûl bikin. Ev meseleyeke din e.

Tiştê ecêb, beyana federasyonê ne bi kurdî ye, bi tirkî ye.
Beyan û vîdeyên Şivan Perwer bi kurdî ye.


Û bi qasî ku meriv ji navê federasyonê fêm dike, ew jî dezgeheke kurdên Sovyeta kevn e.

De îcar ev beyan çima bi tirkî ye?

Yê beyan daye kurd e, bi kurdî peyivîye.

Muxatabên beyanê kurdên êzdî ne û ji sedî 2-3ê wan bi tirkî nizanin.

Federasyon ya kurda ye.

Lê beyan bi tirkî ye !

De were memre, de were meteqe û serê xwe li kevir û dîwaran nexe !

Kurdên Sovyeta kevn çawa û çima bi tirkî belavokê belav dikin?

Ev ji ku derket?

Matmayî mame, nizanim çi bibêjim ?

2020-04-30

Muradov Hamlet Kekê Zinar, Federasyona Komeleyên Kurd a Navdewletî hîç caran hîç daxuyanîyek bi zimanê tirkî belav nekirîye. Ew herdem bi zimanên kurdî û rûsî belav dike. Nizanim te li ku xwendîye. Belkî şexsekî ji xwe ra di rûpela xwe da ew daxuyanî kirîye tirkî û belav kirîye, ew tiştekî din e. Fermo, akurdî ev e:

Zinarê Xamo Min beyana tirkî di malpera kekê Hejarê Şamîl da dît. Kekê Hejar jî wa ye gotiye.
Min beyana kurdî nedîbû.

Muradov Hamlet Wê demê ew aîdê kekê Hejar e, ne aîdê Federasyona Komeleyên Kurd a Navdewletî ye. Wî beyana kurdî kirîye tirkî.

Hejarê Şamil Orjinal bi Kurdî û Rûsî ne.
Yê dinê werger in.

Hejarê Şamil Mamoste, daxûyanî bi Kurdî hatiye belavkirin. Paşê hatiye wergerandin li ser zimanên rûsî, erebî û tirkî.
Silav û rêz.

Zinarê Xamo Sipas ji bo agahdariyê, birayê ezîz. Bi baweriya min ne hewceyî tirkî û erebî bû. Çimkî beyana Şivan bi kurdî ye. Û êzdî giş bi kurdî zanin.
Lê baş e wa ye kurdîya wê jî heye.

Abdulgafur Ateş Zinarê Xamo werger xwe eşkere kirîye.

Tosinê Reşîd Li Rûsîya beyana xwe bi tirkî belav dikin. Ew jî gava Şivan xwe mukur hat, wekî şaşî kirîyer. Gava ji navê rêxistina daxuyanîyan didin, gerekê rewşê bi tam bînin bert çava, yekalî rexne kirin, di ve pirsê de, vala ye.

Mehmet Fauzi Özmen Beyane bî kurdîye heyran. Mîn bê kurdî xwend nah.

Sores Bladhede Mixabin ku piraniya wan kes û rêxistinan bi zimanê tirkî li dijî û piştvaniya Şivan Perwer dikin😀

İsmail Kaya De were venexwe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE