02 maj 2020

Kêfa ji bo pera




Deynê yekî li Xoce Nesredîn bû. Mêrik rojekê çû li deriyê wî xist û deynê xwe jê xwest.
Mele got:
-Hinekî sebir bike, di demeke nêzik da ezê perê te bidim.
Mêrik got:
-Kînga? Dibê tu rojekê bidî min.
Mele got:

-Ez ji te ra bibêjim. Nuha baş guh bide min. Di ber dîwarê me ra riyek derbas dibe. Min seranserê rê, di kêlek dîwêr da bizrê gongilan reşandine.
Mêrik şaş ma, got:
-Ê…
Mele got:
-Di destpêka buharê da gongil ewê hişin bibin, werin navê.
Mêrik dîsa got
Ê. Û dû ra?
Mele dewam kir:
-Ev rê diçe mazatê, her sibe bi keriyan pez di vira ra derbas dikin. Dema pez di vir ra derbas be ewê hiriya wan bi gongilan keve û pêve bimîne. Ezê wê hiriyê top bikim. Xanima min jî ewê dû ra şeh bike, birêse. Ji rîs ewê gore û lepikan çêke. Ezê lepik û goran bibim li bajêr bifroşim. Piştî min giş firotin ewê perê min çê bibe û ezê perekê te bidim.
Dema Mele gotinên xwe qedandin mêrik dest bi ken kir û têr keniya.
Li ser vî kenê mêrik, Mele got:
-Bala min li te ye pera bêrîka te germ kir, kêf kêfa te ye, ma tu yê çima nekenî?


Dibê meriv nîşan bide
Ji Mistoyê gêjik pirsîn, gotin:
-Lawo tu ji bo çi gav û seetê ehmeqiya xwe nîşanî xelkê didî?
Misto got:
-Bi veşartinê ewê çi têkeve kîsê min? Tiştekî meriv hebe dibê meriv nîşan bide, bira xelk bibîne.


Hêvî tuneye
Dixtor fêm dike nexweşê wî rêwî ye, çi bike jî nikane xelas bike. Ji merivên wî ra dibêje:
-Nexweşê xwe rakin bibin mal, tiştekî ez bikim tunye…
Merivên wî dibêjin:
-Ê baş e, em li mal çi bidinê, çi nedinê, bira çi bixwe, çi vexwe?
Tixtor bi uslûbeke sakin dibêje:
-Çi dixwaze bidinê. Wele çi dixwe, çi vedixwe qet ne girîng e. Çimkî rewşa wî jî wek ya Tirkiyê ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE