02 maj 2020

Bîranînek xembar

Hejar Mukrîyanî û xanima xwe Masûme Ahmedî


Mihemed Ronahî di twîtteke xwe da ji bîranînên mam Hejar Mukrîyanî (1921-1991)anekdotek diltezîn belav kiriye. Gava meriv dixwîne meriv careke din dibîne ku dijminên me çiqasî bêexlaq, bêûjdan û zalim in.

Bîranînên mam Hejar, Muhsîn Ozdemir ji soranî tercume, ya jî adepteyî kurmancî kiriye û Mihemed Ronahî jî redaktor e. Berhem di demek nêz da ewê derkeve.
Anekdot wiha ye:

”Piştî têkçûna Kurdistanê(qest Kurdistana rojhilat, şoreşa Qazî Mihemed e) li Bexdayê demek dirêj ez li kar geriyam, min di aşxaneyê de kar dît. Min xwarin dibir derve jî lê ji ber ku pêlavên min tunebûn û di bin germa pêncî dereceyî de nigê min dişewitîn, bez diçûm. Xwedyê aşxanê digot eferim tu jêhatiyî, zû diçî û têyî. Hejar.

Mehane dê du dînar bidana me lê du mehên me xelas bûn heqê me neda me. Got nanê ku we xwariye û cihê razanê besî we bû, bicehmin. Heval got em gilyê wan bikin min got na. Heval gilî kir polîs çûn gotin tu çima heqê wan nadî. Xwarin dan wan, piştî xwarinê têra xwe li heval xistin.”


Mala Muhsîn Ozdemir û Mihemed Ronahî hezar carî ava be. Camêran ev xatiratên mam Hejar Mukrîyanî wergerandine kurmancî. 

Mam Hejar ji alî QadîMihemed ve wek şairê netewî hatibû îlankirin. Ew şahid û fîgurekî mezin ê Komara Kurdistanê ye. 

Lema jî serpêhatî û bîranînên wî him pir dewlemend in û him jî muhîm in. Têkiliya wî bi kadir û serokên herdu beşên Kurdistanê(rojhilat û başûr)ra xurt e, gişan nas dike, bi wan ra rûniştiye, hevaltî kiriye. 

Ew û Mam Celal pir samîmî ne û gelek sohbetên wan ên xweş hene.

Muhsîn Ozdemîr bi wergera bîranînên mam Hejar karekî pir hêja kiriye. Ereban çi anîne serê kurdên başûr haya me baş jê tuneye û haya wan jî ji tiştên tirkan anîne sere me tuneye. 

Ev yek ji bo kurdên rojhilat û rojava jî wisa ye. Bi bîranînên wiha haya me baştir ji zulma ereb û farisan çê dibe.

Di vê anekdotê da jî meriv dibîne bê dijminên me çiqasî zalim û nemirov in. Namerdî bûye qerekterekî wan. Bi çar çavan ez li bende berhemê me.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE