02 maj 2020

Tirkî bûye tenî û di me geriyaye


Tirkî bûye kurm ketiye canê kurdên bakur; bûye teniyeke bi don û di kurdên bakur geriya ye, nikanin xwe jê pak bikin.

Şikir ji Xwedê ra min ew tenê zêde di xwe negerand, min ji zû da ye xwe ji wê teniyê şuştiye, nuha dilê min, ruhê min, hişê min pur û pak e. Lema jî ez gelkî dilşa me.

Aqûbeta min li serê kurdên bi tenî bin.


Mihemed Ronahi Kurdên feqîr ji bêgavî tên bişaftin, loma min ji wan tuneye. Lewre ilmê civaknasiyê jî wisa dibêje. Hela mala Xwedê ava ku xwe heya vir jî anîne. Mesele sedema pişaftinê ye ne pişaftin e. Heya em nebin dewlet ev rastiyeke sosyolojîk e. Divê em ne li pişaftinê li bêdewletiyê hêrs bin.

Zinarê Xamo Erê tiştê tu dibêjî bi giîtî rast e, lê dibê em jî teslîmî realîteyê nebin, li ber xwe bidin. Yanî hin tiştên em kanin bikin hene.
Mesela tu kanî nuha bi kurdî nenivîsînî û bi tirkî bibî nivîskarekî baş. Lê tu nakî.
Em gazinan nekin, carnan rexne nekin xerabtir e. Bira çend kesên wekî min pitpitokî jî hebin.

Mihemed Ronahi Zinarê Xamo tu rast dibêjî helbet, hetta belkî jî ji ber kesên wekî min û te pitpitokî vî zimanî xwe parast heya îro. Yek ji wan Celadet Alî Bedirxan bû û em neviyên ne wan in, di rêya wan de dimeşin loma em hê hene. Pomak Gurcî Çerkes Abhaz Laz Asuri Keldani Süryani tev têk çûn lê em hê mane. Ew jî bi xêrika Celadet û peyrewên wî ye helbet. Lê dikarim bêjim hindik ma. Lewre xuyaye di nêz de em ê bêjin bi gulekê bihar nayê.

Zinarê Xamo Mihemed Ronahi, Ji bo ku ez wê rojê pir nêz dibînim, wê tirsê gav û saetê di dilê xwe da his dikim tim dikim pilepil...

Mihemed Ronahi Zinarê Xamo xebînet e apo.

Şevger Çolo 
Ma tu me jî jê na veqetînê gelo
Em li kîjan alî ne bi nêrîna we
Em di nav bakûr de jiyan dikin lê bi cudahiyekî jiyan dikin

Mihemed Ronahi Şevger Çolo ê te kategoriya te cuda ye. Tu axir sîklet î.

Zinarê Xamo Mihemd ji dêl min ve gotiye.

Seyda Goyan Ew aqûbwt li serê siyasetmedaran be, belkî bi wê minasebetê terka wê siyaseya qirêj dikin.

Ozcaki Salih Mala te ava

Leyla: Mamoste bloga dişopînim û dixwînim li ser tvîtir û kurdnîvisa jî tiştekî nanîvisînî fikr û nêrînê te meraq dikim serkeftin

Zinarê Xamo: Wele bi ya min dibê em kurd wek ferdên minletên din bi zimanê xwe binivîsin û bi peyivin. Ev yek ne fedekariyeke, ne çêyiyeke. Esas gerek meriv doza tiştekî wiha li hev neke. Ma tirk ji hev ra dibêjin bi tirkî binivîse û ji bo yek bi tirkî dinivîse kes pesnê wî dide? Lê em dikin

Bersêlê: Bi rastî bandora we li ser mi pir e . Giran bibe jî lê disaw jî em pêş diçin. Sihetê te xweş mamoste.

Zinarê Xamo: Hindik be jî em tesîrê li hev dikin. Hindik be jî hin kes bi şaşiya xwe dihesin û tên ser riya rast Deh, panzde sal berê hevlên min pir hindik bûn, nuha mala Xwedê ava be hevalên min pir bûne û roj bi roj zêdetir dibin. Îstîkrar, înad fêkiyê xwe dide, hindik e lê ji berê baştir e
Kêfxweş bûm. Ê piştî 40 sal qîrîn û hawar gerek tesîra min li çend kesan bûbe. Ji bîr neke dunya bi dor e. Nuha jî dora te ye, dibê tu jî çend kesan bînî ser xeta xwe...

Dendel Kîwaxî: Mamoste Ez dibêjim qey em yên kû li diaspora dijîn di vê mijarêde hessastirin.

Zinarê Xamo: Erê rast e. Li xerîbiyê, li surgûnê welat şîrîntir dibe, hesreta welêt dibe hesreteke melankolîk.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE