25 maj 2020

Çend numûne ji derewên tirkan


-Tirkek bergendî dinyayê ye
-Fail di demek kin da ewê werin girtin û cezakirin
-Edaleta tirk ji bo her kesî ye
-Garantiya vî malî em in keko, heger tiştek pê hat eynî rojê paş da bîne.
-Taximê mejiyê Amerîkayê tirk in
-Carekê jî ruyê min nekeniya
-70 milyon li me temaşe dike

-Ez birê te me, bi Xwedê di yek rûniştinê da ez kanim du hebên mezin temam bikim.
-Jin herî bêtir ji mêrên serzulût hez dikin.
-Diya te melekek bû.
-Ev ne li gorî demokrasiya Tirkiyê ye.
-Edaleta tirk tiştên wiha qebûl nake.
-Miletê tirk miletekî mezin e.
-Me bi 72 dewletan ra şer kiriye.
-Wek tirkekî ez baca xwe heta qurişê dawî didim.
-Metê, ji her kesî ra bi 10 milyona ye, ji te ra bi 7 milyona.
-Min di jiyana xwe da yek carê jî derew nekiriye.
-Heger ez derewa dikim ez bêşerf bim.
-Tirk û kurd birayên  hev in
-Hemû jin xweşik in
-Bawer bike tam min jî dikir telefonî te bikira
-Yê şaş li min binêre hîn ji diya xwe nebûye




XXX
Rewşa partiyên rojavayê Kurdistanê ji komediyê jî derbas kiriye. Li rojava ne tenê 50-60 partî hene, her partiyek jî çend bask û çêlikên wê jî hene. Yanî her partiyek di nava xwe da 3-4 partî ne.
El Partî navê partiyekê ye. Lê El Partî ne partiyek e, 3 baskên El Partî hene, nizanim “baskê Ehmed Sîno”, nizanim baskê kê…
Sosiret û dejenerasyoneke wiha li tu dera dinyayê tuneye. Diyar e perê tê da heye, pere tê tunebe hewqas partî û bask û çêlik û hêk çê nabin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE