25 maj 2020

Serê masî û aqil


Yekî berferatî di tirênê da rêwîtî dikir. Danê nîvro, wexta navrojê tûrikê xwe derxist, masiyên tê da yek bi yek xwarin û dû ra jî serên wan kir kîsikekî din û da alî.

Yekî tirk li hember rûniştibû, ev yek meraq kir û jê pirsî, got:
-Bira pirs eyb nebe, tu ji bo çi serê masiyan dikî kîsik û vedişêrî?
Yê berferatî got:

-Vana masiyên Ferêt in, serên wan tije aqil e, kî serên wan bixwe di cî da jîr û biaqil dibe.
Yê tirk got:
-Ê tu wan nafroşî min?
Yê berferatî got:

-Erê ez difroşim.
Piştî bir û bazarek kin, yê tirk serên masiyan kirî û dest pê kir, yeko yeko xwar. Yek, dudu, sisê, çar…
Dû ra ket şikê û ji yê berferatî ra got:
-Kuro bala xwe bide min, nebe ku tu min bixapînî ha!
Yê berferatî keniya, got:
-Binêr, serên masiyan tesîra xwe nîşan da jî, wa ye tu biaqil bûyî!



Daxwaz
Yekî araqvexwur cara pêşî bû diçû mizgeftê. Piştî nimêja xwe qedand, dest bi duakirinê kir, got:
-Ey Xwedayê erş û asîman, çend quriş pere bide min feqîrî ji bo ku ez ji xwe ra şûşeyek araqî bikirim!
Yê li kêleka wî jî destên xwe vegirtibû û wî jî dua dikir, digot:
-Ey Xwedayê mezin, tu dîn û îmanê bidî min, tu min ji dîn û îmanê mahrûm nekî!
Herduyan jî di rêza pêşî da nimêj dikirin, dengê wan çû mele. Piştî nimêjê mele vegeriya ser yê araqvexwur, jê ra got:
-Xelk ji Xwedê dîn û îmanê dixwaze, tu perê araqê dixwazî. Ma tu fedî nakî di mala Xwedê da tu ji Xwedê perê araqê bixwazî?
Yê araqvexwur got:
-Mele, li ba meriv çi tunebe, meriv wiya ji Xwedayê xwe dixwaze...

Ma te hîşt?
Xoce Nesredîn kerê wî li ber diçû mal. Bi rê da dageriya nava bîstanekî û dest bi jêkirina zebeşan kir. Têra xwe tije kir û tam dikira bi rê keta, xwediyê bîstîn tê derket. Mêrik bi Xoce da qîriya, got:
-Tu nav bîstanê min da çi dikî?
Xoceyê reben ewê çi bibêje? Got:
-Ez desteva xwe ya mezin dikim.
Xwediyê bîstîn dîsa lê rabû, got:
-Derewa neke. Wê demê ka pîsîyê te li ku ye?
Tepikekî rêxê li hember bû, Xoce ji mecbûrî ew nîşan da, got:
-A wa ye.
Li ser vê, mêrik bêtir qeherî, got:
-Ev rêxa dewêr e. Ma tu ne însan î?
Xoce bi hustuxwarî got:
-Ê lawo ma te hîşt ez rebenê Xwedê wek însanan derkevim der? Helbet ewê bişibe tepikê rêxê.

Fitîl
Nava Misto diçû(bi virikê ketibû). Rabû çû ser tixtor. Tixtor fitîl dayê û jê ra got dibê tu rojê du caran bi kar bînî.
Mistoyê reben nizanîbû fitîl çawa tê bikaranîn û ji tixtor jî nepirsî. Ji wî wetnê fitîl jî wek heban tên daqultandin. Loma jî rojê du caran tim wek heban dadiqultand. Lê halê wî her ku diçû çu xerabtir dibû. Rabû dîsa çû ser tixtor. Tixtor îcar rojê sê fitîl danê.
Misto piştî du rojan tew êdî xwe nedîgîhand avdesxanê, hema bi xwe da ber dida. Rabû dîsa çû ser tixtor, tixtor lê ket şikê û jê ra got:
-Kuro nebe ku tu van fitîlan wek heban dixwî?
Misto hêrs bû, got:
-Na ez dikim qûna xwe ! Helbet ezê wek heban bixum, le ezê çi bikim ?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE