24 maj 2020

Em zimanên xelkê fêr dibin û dev ji zimanê xwe ber didin


Berê, heta 1980î li bakurê Kurdistanê kesî bi îngilîzî, fransî, îspanî nizanîbû. 

Gava rojnamevanek, siyasetmedar û gerokekî ewrûpî dihat Kurdistanê, em li xwe diheyirîn, kesê pê ra bipeyiviya tunebû. Kesî bi îngilîzî nizanîbû.

Lê nuha maşala bala min lê ye gelek kes bi înilîzî zanin. Keç û xortên me ji gelek zimanan, ji Îngilîzî, ji fransî, ji îspanî, ji almanî, heta ji yûnanî jî kitêban tercumeyî kurdî dikin.


Di medyaya sosyal da ez rastî navên gelek kurdên bi çend zimanên ewrûpî zanin têm.

Ez pir kêfxweş dibim. Di vî 40 salî da pêşketineke ne hindik çê bûye.

Êdî bi sedan kurdên bi çend zimanan zanin hene û êdî em ne motajî wergerên tirkî û tirkan in. 

Kurd êdî bi xwe dikevin arşîvên ewrûpiyan, belge û wesîqeyên li ser tarîxa kurd û Kurdistanê derdixin, her sal bi dehan wergerên hêja dikin.

Ev pêşketin min gelkî dilşa dike.

Lê li alî din kurd dev ji kurdî ber didin, li Kurdistanê kurdî bûye zimanê turîstan. Dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin. 
Kesê xwe kurd dibîne û naxwaze bibe tirk:



-Dibê bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive.
-Kurdî bike zimanê xwe yê bazarê.
-Heger mêr e bi keça bi kurdî nizanibe ra nezewice; heger keç e bi mêrê bi kurdî nizanibe re nezewice,
-Bi kurdî binivîse û têkiliyên xwe yên bi kurdan ra bi kurdî bike. Ev tişt min 40 sal berê gotin û hîn jî dibêjim.

Silo Mêrdînî: Kekê hêja heta kü welate me azad nebi zimanê me di xetriyedeye.

Zinarê Xamo: Birayê delal ev rast e, ez jî bi viya zanim. Lê hin tiştên em kanin bikin jî hene. Em dersa xwe baş bixibetin, lê gava em dîsa jî di sinifê da man ne sûcê me, tiştê ji me hatiye me kiriye. Lê em dersa xwe nexbitin sûcê me ye.

BRZN: silav û rêz mamoste , Te xweş got lê , kesa ku xwe wek kurd nebîne wê çawa van tiştan bike.
1) divê kurdbûn were bîra wan (hişê netewebûnê nîne)
2) divê kurdî kêr wan were (bi aliyê aborî)
3) perwerdeyek baş û kurdewar hildin.


Zinarê Xamo: Ez van tiştan ji kesên ne kurd ya jî kurdên bûne tirk naxwazim, ji kurdan dixwazim.


Rubber soul: Li Bakûr aniha metirsiya Herî mezin otoasimilasyone !! Dí vê mijarêde de Kurdê welatparêz ji, yê cehş/xayin ji wekhevin ... Dûrutiyek pir pir mezin heye ! Herkesê tirkî baxive (yanî fîIlen xwe bike tirk) "hincetên" xwe hene !

Sores Bladhede: Komara Tirkan cara pêşîn 1956-7 an de kolêja îngilîzî li Dîyarbekîrê vekir.Em zarokên dewlemendê Kurd li wê hînî zimanê îngilîzî bûn.Nav xelkê de jibo digotin; Ew zimanê gafir dizan !

Keleş Keleş: peyva te rast e mamoste can, lê divê ku em vê yekê jî bibêjin ku nuha li Bakurê Kurdistanê zimanê herî kêm tê axafitin ew kurdî ye. Gellek ziman hatin lê kurdî roj bi roj mala xwe bar dike, bi taybetî nifşên nû li Bakurê Kurdistanê hema bibêje qet bi kurdî naaxivin, min ev yek bi çavên ser xwe dîtiye.
 




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE