20 maj 2020

Min ji vî îşî tişte fêm nekir



Li rojavayê Kurdistanê 25 partî hatine ba hev û bi hev ra partiyeke bi navê Partiyên Yekîtiya  Niştimanî ya Kurd(PYNK) ava kirine.

Ser xêrê be. Hêvî dikim gaveke berbî yekîtiyê be.

PYD di nav partiya nuh da ye, lê ENKS û partiyên di nava wê da ne di nav vê tifaqa nuh da ne. Yanî ENKS ne di nav PYNKê da ye.  Ev ne baş e. 

Çimkî ya muhîm dibê ENKS û PYD û hêzên li dora wan werin ba hev.


Min bi xwe ji vî îşî tiştek fêm nekir. 

PYNK çima û ji bo çi çê bû, ez bi wê nizanim. Lema jî newêrim zû kêfxweş bibim.
25 partî hatine ba hev, lê hîn du caran bi qasî van partiyan, partî li dervayî vê tifaqê ne.
Li beşekî hewqasî biçûk 50-60 partî ne normal e, ev ne siyaset e, ev tîcaret e, ev bazirganîye tîcaretê ye.
Qey her bêkarekî, her şît û fêlbazekî ji xwe ra partiyek ava kiriye û pê debara xwe dike.
Hebûna hewqas partîyan ne karê aqil e !
Li welatekî 3-4 milyon nufûsa wî hewqas partî skandal e, aqilê meriv nagire, civatek dibê hewqasî jî deform, xerabe nebe.
Di beşekî beyana PYNK dawiha tê gotin:

-Li jêr navê "Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd", em ê xebatên hevbeş bimeşînin û pêşveçûnên heyî yên derbarê yekrêziya Kurdî bişopînin ku karê şopandinê jî dê bikeve ser milên nûnertiyeke me ya nûavakirî.
-Me logoyek ji bo Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd bijart.
-Wê bi berdewamî civînên nûnerên van partiyan bên lidarxistin da ku nêrînên cuda yên derbarê pêşveçûn û bûyerên nû, bêne nîşandan û gotûbêjkirin.
Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd ev in:
- Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
- Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)
- Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê
- Kongreya Star
- Partiya Kesk a Kurdistanê
- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê
- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
- Partiya Lîberal a Kurdistanê
- Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)
- Partiya Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê
- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê
- Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya
- Partiya Têkoşîna Demokrat
- Partiya Azadî ya Kurdistanî ya Azad
- Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Azad-Rojava
- Partiya Komarî ya Kurdistanî-Sûriya
- Tevgera Çaksaziyê-Sûriya
- Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)
- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê
- Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê
- Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî
- Yekîtiya Karkerên Kurdistanê (YKK)
- Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî
- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê
- Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (Partî)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE