20 maj 2020

Ziman kilîta dilan e


Zarşîrînî, gotinên xweş wek hingiv in, dilê însên şa dike.
Çimkî dil tu carî ji gotinên tahl, ji peyva çort hez nake.
Ew dildarê peyva şîrîn e, wek zarokan ji şîraniyê hez dike.
Meriv ji gotina xweş, ji zarê şîrîn tu carî zirarê nabîne.

Ziman him dost e, him dijmin e.
Zimanê xwe bibirr, ciyê xwe bikir.
Ziman paleyê xwediyê xwe ye.
Zimano leqleq, seriyo teqreq.
Axir kes ji zar û zimanê şîrîn zirarê nabîne. Meriv bikanibe bi zimanê xwe baş e. Meriv kane rastiyê bi zimanekî tahl jî û bi zimanekî şîrîn jî bibêje. Ev êdî girêdayî zanîn û hostetiya meriv e.

XXX
Tirk wer bawer dikin bi girtinê, bi kuştinê, bi terorê, bi qedexekirina bîr û baweriyên me, fikrên me, ewê bikanibin rastiyan biguherînin, Kurdistanê, me ji ortê rakin, micadela me rawestînin.

Ev xeyaleke vala ye. Kanin me pir biêşînin, lê belê nikanin rastiyê ji ortê rakin, belovacî bikin.

Miletê kurd û Kurdistan heqîqeteke, tu zulm, tu yasax nikane vê heqîqetê tune bike, ji ortê rake.

-Aliyê evînê(eşqê) yê herî bêrahm, gotinên newêrin ji devê te derkevin, di dil da bagerê radike.
Louise Aragon

-Kî evîndar bûbe li perçeyên xwe yên kêm digere. Ji ber wê jî aşiq her ku li maşûqa xwe difikire dilê wî jan dide. Ev yek eynî wek dema meriv here têkeve oda yekî meriv ji zû da ye nedîtiye û wî bibîne.
Haruki Murakami

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE