19 maj 2020

Delîl şeva me çû bi heneka


-Roja me hilatî ji alîyê Aşîta
Bira şewqa xwe neda bejna keçika, bejna zirav
Navkêl qendîla, gerden dilûla, zebûnçîta
Berî mirineke xayin min tevdana cotê memika
Taximê sîng û bera, min bi çavê serê xwe bidîta.


-Hîverone çerdeşevî
Şewqê, şemalê daye çiyayê Metîna,
Newala Meşkîna, daye dar û devî
Sed qeda li zewaca ne ji dil kevî
Wek nanê garisî, ava cemidî ji hev direvî
Rabe emê herin şarî û şirîyeta mezin,
bê ev keçik ji kê ra dikevî.

-Delîl şeva me çû bi heneka
Emê çira deynin ser kuleka
Sîng û berê min ji xelkê ra hec e
Mi ji lawikê xwe ra kirî pirêza derê mala,
pirêza karan û kuleka.

-Ezê bi çiyakê Metîna ketim wa li hewa
Di ser me ra Serhed e,
di binya me ra kelekên nûkewa
Ez heft salan bi qîzanî li bende te mam
Rokê te dawa ramûsanekê, destpaşilkê li min nekir
Sala îsal delalê ber dilê min ramûsanek ji min xwest û
Ez bi mêr im, tu bi jin î, kopekê mêrê min hazir e, 
ezê ji mirdarê xwe newêrim.

-De lo mîro, lo mîro, dila megre ji koçeran
wê koçerê bar kin, herin ji van deran
Ez û bejna te yî zirav emê bimînin li şûna kul û kederan.

///Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê
Berhevkar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE