19 maj 2020

Hin însan nemir in



Hin însan bi eserên xwe nemir in, tim di nava me da jîn.

Melayê Cizîrî 380 sal berê wefat kir, lê bi şiîrên ji me ra, ji dinyayê ra li pey xwe hîştin nemir e.
Ehmedê Xanî ev 313 sal in wefat kiriye, lê bi şahesera xwe Mem û Zînê, bi şiîrên xwe yên serapê kurdperwerî hîn rê nîşanî me dide, hîn dersê dide me.



Xweziya min bi dilê wî mêrî, wê jinê eserên nemir li pey xwe dihêlin, bi eserên xwe ew tu carî namrin, fizîkî ne di me da bin jî, bi eserên xwe tim di nava me da ne.

XXX
Li dinyayê sê tişt, feqîrî, sêwîtî û bêdewletî pir zor e, nayê kuşandin. Feqîriyê meriv kane biguhere, swîtiyê mezin bibe ji bîr bike.
Lê derdê bêdewletiyê nayê kişandin. Kerasekî ji êgir e.
Bêdewletî bindestî ye, koletî ye. Heta meriv nebe xwedî dewleteke serbixwe, meriv bibe xwedî çi jî boş e, meriv ne xwediyê tiştekî ye. Tu tişt dilê meriv şad û aram nake.
Koleyê ji jiyana xwe bextewar be hur bêxîret, bênamûs e.

XXX
John Steinbeck gotiye, ”ruhekî nebextewar ji mîkrobê zûtir dikuje .”

Ne tenê dikuje, ji kuştinê jî xerabtir dike, fahş dike, bi erdê ra kaş dike, di nava dosta û hevalan da rezîl û perîşan dike.

Lê bextewariya me kurdan pir zor xuya dike, kînga ewê li deriyê me xe ez jî nizanim.

 XXX
Însanbûn ne hêsa ye, zor e. Lê ji wê jî zortir e kurdbûne. Kurdbûn hertim ne rehet bûye, lê nuha ji her demê zortir bûye. Nayê kişandin.

Wek milet em ketine bin nigên xelkê, gav û saetê pê li serê me dikin. Dibê em li erdê nemînin, dibê em rabin ser xwe.
Ev ne tu jiyan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE