19 maj 2020

Dibê meriv ne durû be


Çavên hin kesan tenê şaşiyên kesên jê hez nakin dibîne, guhên wan tenê şaşî û xerabiyên kesên li dij in dibihîze.

Partiya ew pê ra ne, siyasetmedar û serokê ew jê hez dikin çi xerabiyê bike dengê xwe nakin, ji nedî ve tên, jê ra tiştekî nabêjin.
Telewîzyon û rojnameya dostê wan, xetayên sedîded ew li dij in bikin jî dengê xwe nakin, jê ra tiştekî nabêjin. Li hember her şaşiya dostên xwe, xwe kerr û lal dikin. 

Lê gava hinekên din eynî tiştî dikin, qiyametê radikin, xelkê bi îxantê sûcdar dikin. Lê ji yên xwe ra tiştekî nabêjin. Ev bêexlaqî ye.


Çimkî mirîd in, şêxê wan çi xerabiyê bike jî mirîd şêxê xwe diparêzin.
Merivê li hembeî şaşîyên dostê xwe, hevalê xwe bêdeng bimîne û tenê yê xelkê rexne bike ew ne tu meriv e, ew mirîd e.

XXX
Bêguman Îran û Tirkiye naxwazin kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê yekîtiya xwe çê kin. Heger ji destê wan were ewê nehêlin. Ji xwe Tirkiye eşkere dibêje ewê nehêlin PYD û ENKS li hev bikin û yekîtiya xwe çê kin.

Lê heger kurd bixwazin nikanin tu jahrê belav bikin, nikanin rê li ber yekîtiya kurdan bigrin.
Her tişt girêdayî partiyên kurd e, heger ew li gorî daxwazên dijminên xwe hereket nekin, heta ji wan tê bira bireyên, nikanin tiştekî bikin.

Yanî heger PYD û ENKS, li başûr kurd li hev nekin ji kurdan da ye, ew naxwazin, ew ne paqij in. Kes nikane bi zor tiştekî bi meriv bide qebûl kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE