20 maj 2020

Hewşa xaltiya Leylo û çend bîranînên darên tuyan



Heta çend sal berê her fêkî û sewzeyê li Kurdistanê hebû, li Swêd tunebû. Bi salan hejîr bi devê min nebû.

Lê nuha, bi zêdebûna xerîban û dikanên wan, hema hema her fêkî û sewzeyê li Kurdistanê heye, êdî li vir jî heye; lê bêyî tûyan. 

Tenê tû tuneye. 

Xanimeke bi navê Etîye di twîttera xe da fotoyê tasek tuyên reş, her yek wek bêçiyekê belav kiriye. 

Min çer dît, dilê min bijiyayê, min got ax, xwezî nuha sehanek li ber min bûya û min têr bixwara.


Foto, zaroktiya min û hewşa xaltiya Leylo anî bîra min. Du darên tuyan, yek tuyên gewr/sipî û yek jî reş di hewşa wê da bûn. Dar tam di pişt xaniyê me û cîranê me da bûn, tuyên gewr diweşiyan ser xaniyê me û hewşa me. Herdu dar jî pir mezin bûn, berberî ezmanan bûbûn.
Havînan zarok ji ser xaniyê me kêm nedibûn, ji teperepa wan halê me tunebû. Tim çend zarok li ser daran bûn û tû dixwarin. Lê ji ser darê gelek caran dadiketin ser xaniyê me û ji wir xwe bera jêr didan.
Gava ez li mal bûma bi teperepê ra ez derdiketim hewşê,ez bi wan da diqîriyam, carnan hildkişiyam ser xênî. Lê heta ez diçûm baz didan.
Ez bi xwe jî hildikişiyam ser û min dawdişand. Me paçek, cilikek li ser xênî radixist û min dawdişand. Dara li pişt xaniyê me tuyên wê gewr û ya din jî reş bû. Tuyên herduyan jî wek hingiv, wek gezo bû.
Lê ser xaniyê me û hewaşa me pir qilêr dikir. Ser xaniyê me tije tû dibû, dibê me biçûya pak bikira. 

Lê xweş bû, me têr tuyên wan dixwar û havînan jî jinên mehelê di bin siya wan da rûdiniştan. Pîrika min û diya min salekê, du salan tevna xwe di bin siya wan da çê kirin.
Li pişt xaniyê me, tam di bin daran da sê cûniyên dan û bîrek hebû. Du cûnî mezin bûn, yek jî bi erdê ra bû, ji bo kutana hindik bû.

Ava hin malan ji wê bîrê bû. Hin salan ava hin bîran dimiçiqî, lê ava bîra xaltiya Leylo û ya bîra me nedimiqî. Lema jinên mehelê bi piranî dihatin av ji wê bîra wê dibirin. Çimkî ya wê hewş bû û hewşî mezin bû. Kesî ew nedidîtin.

Jinên avî li ser bîrê li hev kom dibûn û şêwr xweş dikirin.

Payizî jî xelkê bulxurê xwe, danê xwe li wir, di wan cûniyan da dikuta. Binê daran honik bû, bîr hebû û sê cûnî hebûn. Yanî havîn û payizan hewşa xaltiya Leylo cî û mekanekî sohbetê yê pir xweş bû, cara xalî nedibû, hewşa wê, bin darên wê dim şên bû.


Havînan gava dinya pir germ bûya jinên mehelê diçûn hewşa xaltiya Leylo bindariyê jî. Yanî di bin siya daran da ji xwe ra sohbet dikirin, teşî diristin, qazax û gore çê dikirn, dendik çerez dikirin... 

Lê çû, çû, çû, ew roj çûn hew bi paş da tên…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE