21 maj 2020

Ferqa pez û dewêr !



Hin kes ji pez ra dibêjin dewar.

Di telewîzyona Rûdawê da li ser koçerên ji Nisêbînê diçin zozanên Betlîsê, Wanê, Mûşê, Serhedê xeberek heye. Qala rêwîtiya koçeran dike û jiyana koçeriyê dike. 

Muxabirê dipeyive ji keriyê pez ra dibêje ”dewar”, dibêje  ”koçer dewarên xwe dibin zozanan”, ”debara wan li ser dewaran e…”

Pez, çawa dibe dewar min fêm nekir?


Dewar ji ga, mange, golik, gamêşan ra tê gotin, meriv ji heywanê mêşînî û bizinî ra dibêje pez, nabêje dewar. Lê muxabirê Rûdawê ji keriyê mîhan ra dibêje ”dewar”, koçer dewarên xwe dibin zozanan. 

Gelo hin kurd ji pez ra dibêjin dewar , ya jî ev camêr ferqa pez û dewêr nizane?

Şivan naçin ber dewêr, diçin ber pez. Yê diçe ber dewêr, dewêr diçêrîne gavan e. Lê muxabirê Rûdawê şivan kir ber dewêr.

Lezgînê Çalî Lezgin Chali Seyda em bi tenê ji heywanê bargîn anko bargir (hesp, mehîn, hêstir anko qatir û kerî) ra dibêjin dewar. Mîh û bizin pez in. Ga, çêl û gamêş jî li cem me bi giştî garreş in.

Mamed Demirkol Pez, bizin kerî ye, ha çelek garan e.

Abdullah Özcan Em muxabirê rudaw’ê re bejîn dewar

Denli Devlıken Faruk Seyda, ji ber ku ew bi xwe pez e, zimanê wî negerîyaye xwe û wan bike yek, loma ji dêvla pez, gotîye dewar..

Kazim Polat Silav Ji komê mîyan re em dibêjin "PEZ", "Şivan li ber pez e."
Lê ji komê ga, manga ... re jî dibêjin "NAXIR", " Gavan li ber naxir e"
Ta bort eller dölj detta

Aso Zagrosi NA !!! PEZ PEZ E, DEWAR JÎ DEWAR E!!! Gavan kerîyê dewaran rêvedibin, Şivan jî kerîyê pezî!!

Hasan Çakmak Dewar çawa we gotî,çélek ,ga,gamêş,hêstir,hesp re tê gotin.Mih ,beran ,bizin, kavir, berx, kar ,ji van re pez tê gotin.

Mence Aldur Em ji pez û dewaranre diben heywan.

Ehmed Hesen Di devoka deşta Sirûcê û Kobaniyê de ji perz re dibêjin dewar.

Metin Viran Ehmed Hesen Keke dewarbi zimane kurmanci mange GA kolik taane noggin wanara meri hemi di naf hefda meri dibeji dewar le wekidin mixabin dawar zimani tirka yi meri nikari bibeji dewar ji he's pira Keera defira bizinera miyhira qaru berxara Wana ne dewarin

Xiyas Hisên Li Ruhayê , Deşta Sirûcê û Kobanî dibêjin "Dewar"

Ahmet Önal Di cest de keriye mezin dewar e, Keriyê piçûk pez e..

Bawerê Omerî Kurd ji hemû lawiran re dibêjin: "Dewar". ango bi erebî "Heywan". Gelek caran hin ji hinekî din re dibe:Tu dewar^i, ango tu heywanî. Lê kes ji kesî re nabêje tu mîh î, ya jî tu pez î.
Ta bort eller dölj detta

Zinarê Xamo Bersîva Bawerê Omerî.
Kurd ji ”hemû lawriran ra” nabêjin dewar, tu bingeheke vê îdîa te tuneye. Hin kurd bibêjin jî ”hemû” nabêjin.
Ma ez ne kurd im? Em li Wêranşarê, li Qerejdaxê ji pez ra nabêjin dewar. Em ji dewêr ra yanî ji heywanê mezin, ga, gamêş, mange, golik, conge, tane, nogin ûwd ra dibêjin dewar.
Û gava pir bin jî em dibêjin:
Keriyê pez.
Colê bizinan
Naxira dewêr
Boşê devan
Ji gelek herêmên Kurdistanê, gelek kesan wek min gotiye, yanî gotine pez û dewar du nav, du kategoriyên cihê ne.
Tenê du kesan gotine li Kobanê û Sirûcê ji pez ra dibêjin ”dewar”. Ev îdîa çiqasî rast e ez nizanim, ezê bipirsim.
Şivan kesê li ber pez e.
Gavan jî kesê li ber dewêr e.
Selwan kesê li ber bedeva ye.
Seyis kesê li ber hespa ye.
Nabe meriv ji şivên ra bibêje li ber dewêr e. Şivan li ber pez e, gavan li ber dewêr e.
Dema yek dibêje filan kes şivan e, meriv kesê li ber pez e fêm dike. Û dema dibêje filan kes gavan e jî kesê li ber dewêr fêm dike.
Tu ji ku yî, bibêje li kîjan herêmê ji pez, ji terş ra dibêjin dewar?
Gotina ”ma tu dewar î ?”, ne îspata pez dewar e, ev teşbîheke, wek tu ker î, yanî îdîa te îspat nake.
Kurd dibêjin ma tu heywan î? Ya jî filan kes merivekî mêşinî ye, yanî wek mîhan feqîr e.
Dewar, wek min got ne ji pez ra, ji heywanên mezin ra tê gotin.

Zinarê Xamo Li ser şiroveya Yeko Ardil:
Birayê ezîz li qusûra min nenêre ji bo ku di şiroveya te da tirkî hebû min rakir. Ez tiştên tirkî naweşînim.
Hin tirk ji pez ra bibêjin ”davar” jî lê di tirkî da ji dewêr ra dibêjin ”sixir” .

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE