21 maj 2020

Em dikin bifetisin



Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gerreka xwe ya Kurdistanê da xanima xwe Emîne jî bi xwe ra biribû. Di gerrê da riya xwe bi Ruhayê jî xistin. 

Emîne xanimê xwest here Gola Îbrahîm Xelîl bibîne û hinekî li bajêr bigere. 

Çend pûlîs û çend Ruhayiyên ji partiya wê bi dorê ketin û berên xwe dan nava bajêr.

Piştî bîstek gerr, Emîne dageriya dikanek cil û caw (manîfatûra), xwest ji xwe ra fîstanekî bikire. Li jorî refê perçak eciband û xwest lê mêze bike. Şagirtê dikanê çaxa top ji jor danî -qey top giran bû- bê hemdî ba bi ber ket. Emîne xanim pirr aciz bû, got:


-Hey bêedeb, tu çawa kanî li hemberî min vê bêhurmetiyê bikî ? Ev tirra te bi mane ye. Bi vê tirra xwe tu min protesto dikî?

Emir da pûlisan, lawikê reben da girtin. Lawik birin derxistin mahkimê. Hakim ji lêwik ra got:

-Ji bo çi te bi ”tirekê” jina Serokkomarê Tirkiyê protesto kiriye? Te ev emir ji kê girt? Kê tu elimand?
-Xort li hember vê îthama hakim matmayî ma, bêhemdî xwe keniya û bi devoka xwe ya Ruhayê got:
- Hakim efendî, mêrê wê devî me girtiye, ji tirsa em nikanin devî xwe vekin. Nuha jî jina wî dixwaze qulî me bigire. Em dikin bifetisin. De hema tu ji min ra bibêje, emê di ku ra bînî xwe bigrin û berdin?

Xelaskirina keştiyê
Jinikeke gelkî xweşik bi keştiyê derketibû seyaheteke dirêj, di rêwîtiya xwe da her roj notên rojane dinivîsî. Di rojaneya xwe ya roja pêşî da wiha nivîsî:
-Rêwîtî gelkî baş derbas be, kêfa min li cî ye.
Roja duduya:
-Ez bi kaptan ra bûm dost, merivekî zarşîrîn, eynî wek şekir e.
Roja sisiya:
-Kaptan pir li dor min dihere û tê, tim bi min ra dimizice, em bi hev ra gelek wextên xweş derbas dikin.
Roja çara:
-Kaptan ji min ra dibêje, heger ez nebim ya wî ewê keştiyê binav bike.
-Roja pênca:
-Min keştî ji noqbûnê xelas kir, êdî dilê min rehet e…

Erbab
Papaz di ayîna roja yekşemiyê da li dêrê waaz dida. Mijara waazê zîna bû. Ji cimatê ra digot:
-Dibê hûn tu carî zînayê nekin. Li vê dinyayê gunehekî ji zînayê mezintir tuneye. Dema hûn zînayê bikin ewê erd û ezman biheje.

Keşe her çiqas weha digot jî lê di nav rêza pêş da çavên xwe bera xezalekê dabû. Di nav çend rojan da jinik ji ser rê da xist. Piştî ku karê xwe qedandin jinikê jê ra got:

-Wê rojê te di ayinê da gotibû, ”heger hûn zînayê bikin ewê erd û ezman biheje”, lê bîska berê, dema me kir ne erd hejiya, ne jî ezman. Ev çawa dibe?
Keşe keniya, got:
-Tiştên weha tu jê fêm nakî delala min, gava kesê erbab bike ne erd û ezman, orxan jî naheje.

We bawer nedikir
Mêrikê berferatî li ser kêla(kevirê) gorra xwe wiha dabû nivîsîn.
-Min digot ez nexweş im, ezê bimrim, ezê bimrim, we ji min bawer nedikir. A vaye ez mirim. Nuha dilê we rehet bû?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE