11 maj 2020

Tirkan şîfreyên fuzeyên S-400î firotine Amerîkayê



Di tarîxê da qeleşî û bêbextiyên tirkan pir in, gava karê wan bi yekî diqede û bi firîqetê dikevin li her kesî qeleşiyê, bêbextiyê dikin. Di qeleşiyê da ji bo wan tu sînor tuneye. 

Li gorî medyaya rûsî nivîsîye, ”Tirkiyê şîfreyên elektronîk ên S-400an bi 10 milyar dolarî daye Amerîkayê.”

Yekî bi navê Orhan Uguroglu di rojnameya Yenî Çagê da qala vê îdîeya rûsan kiriye.


Navê nivîsê ”RUSYA'NIN S-400 İDDİASI DOĞRU MU?” yanî ”Ma îdîa Rûsyayê ya S-400 rast e?”

Îdîa “tirkan şîfrêyên S-400an dane Emrîkîyê'' bêguman îdîayeke pir cidî ye, hêvî dikim rast be.
Lê ez bawer dikim rast e, li dinyayê qeleşî û bêbextiya tirk nekin tuneye. 

Ji bo ku li Sûriyê kurd nebin xwedî maf geh xwe ji rûsan dikşînin, geh ji emerîkiyan, her carê dikevin himazê yekî, xwe didin ber yekî. 

Ji bo ku rûs alîkariya kurdan nekin û bihêlin Efrînê, Girê Sipî û Serêjaniyê dagir bikin, ji Rûsyayê S-00 kirîn. 

Nuha jî ji bo ku Amerîka piştgiriya xwe ji ser kurdan qut bike, şîfreyên S-400an dane Amerîkayê. 

Yanî ez bawer nakim rûsan ev îdîa wer hewante navêtibin ortê. Ne rast be, hukûmet nebêje medyaya rûsî xebereke wiha belav nake.
Perê pê S-400 ji Rûsyayê kirîn  ewê ji  Amerîkayê bigrin. Û  S-400 ji wan ra belaş bimîne. Pîncîtiyên wiha karê Erdogan e, ew profsê tiştên wiha ye.

Çendakî berî gotin hin maske û tiştmiştên ji bo koronayê wek alîkarî şandine ji Amerîkayê ra. Diyar bû di vê da pîncîtiyek heye. Wê demê vê xeberê bala min jî kişand.

Rûsan gotine di nav wan pakêtan da hin tiştên S-400an şandine. Û şîfreyên elektronîk jî.

Bêbextî, xapandin, qeleşî karê wan e, hela ev hukûmeta îslamî ji xwe mak û hêlîna çeteyan e, ev hukûmet qeleşiya neke tuneye. 

Kurmê şîrî heta pîrî, bi vê pîncîtiyê heta vira hatin, li ser erdê me û rûman bûn xwedî dewlet û em jî kirin bindest.
Heger rûs ne pîs bin ewê viya ji tirkan ra nehêlin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE