11 maj 2020

Derdê milet derdekî giran e


Derdê milet nayê kişandin.

Tu naxebitî, dibêjin çi merivekî tiral û tembel e.

Tu dixebitî, li hemberî neyar û bênamûsên bûne hevalên wan bêdeng namînî, îcar jî dibêjin efendim ”meriv kîjan kevirî radike tu di bin da yî, efendim tukalekî  heftê salî yî lê dîsa jî qulika tu ne tê da tuneye…”

Ez nizanim ez rebenê Xwedê çi bikim?

Ez rast lê dixim nabe, çep lê dixim nabe.

Tîr dikim dan diçe, rohn dikim nan diçe.


Ne bi kuştên tê, ne bi hîştin.

Çito dikim jî dilê milet razî nabe, miheqeq, kêmasiyekê, qusûrekê dibînin û çend xîçan davêjin ji Zinarê Xamo da.

Çi ye, çi ye, Zinarê Xamo rehet nasekine, xelkê rexne dike, bela xwe xelkê dide…
Navê gur bi harî derketiye, rûvî dinya xera kiriye.

Heyran rûviyên şekalan tiştek di kurdan da nehîştine, haya we jê tuneye. Tiştê ez dikim ne birîna kêçê ye jî.

Dara bi fêkî her kes kevirê xwe davêje jê da. 

Ez guh didim her kesî, lê tim bi ya xwe dikim. 

Ne bi pesn û halanan aşûnî dibim û ne jî bi xîç û kevirên bi ser serê min da dibarînin çavtirsiyayî û teslîm dibim. 

Rabin û rûnin û ji Xwedayê xwe ra dua bikin ku we kalekî min heye…

Merivê bi xîret, jîr, jêhatî kufurbazê dinyayê be jî ezîzê ber vî dilî ye. Dibê tu viya bizanibî, ez ji te hez dikim.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE