12 maj 2020

Carnan li meriv dibe şevareş


Carnan li meriv dibe şevareş, meriv pir bêhêvî dibe, dibêje erd hişk e, ezman bilind e, kesê were gazî û hawara meriv tuneye.

Lê meriv hew dinêre deriyekê xêrê vebû û tiştekî meriv qet ne li hêviyê bû qewimî.

Li Sûriyê û li rojavayê Kurdistanê di mesela yekîtiya kurdan da hêviya min tim di bin ewr da bû, lê ev demeke ewrên reş belav bûne.


Hêvî dikim ewrên reş dîsa negirin ser hêviya min û kurd guh bidin gotinên dost û xêrxwazên xwe û li hev bikin.

XXX
Ji bo ku Mahmûd Alinak nameyek ji Netewên Yekbûyî ra şandiye û di nameya xwe da xwestiye zarokên kurd bi zimanê dayika xwe, bi kurdî bixwînin, jê ra cezayê muebedê tê xwestin.

Van tirkên îslamî-faşîst sola naziyan di teqayê ra avêtine, êdî ji bo nameyekê jî îdamê dixwazin.

Heft xwezî bi kemalîstan, bi nazîyan, bi rejîma Seddam û rejîma Polpot. Van faşîstên îslamî bi van tiştan dixwazin dengê kurdan bibirin, ji bo ku yekî din doza mafê kurdan neke.

Ev tiştê îro li Tiriyê dibe ji tirkan ra, ji îslamîyên tirk ra rûreşîyeke mezin e, ev irqçîtî di tarîxa îslamiyên tirk da ewê wek lekeyeke reş a ebedî bimîne.

 XXX
Hin kes ecêb in, nizanim çawa difikirin. Yekî bi rismê gur û bi navê "gurê birîndar" daxwaza hevaltiyê ji min ra şandiye. Min qebûl nekir. Ez naxwazim gur bibin hevalên min. Çi îşê min bi guran ra heye?
Rismê kulîlkan çiyan, zarokan ne bes bû, îcar gur dikin rismê profîla xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE