10 maj 2020

Îro jî bûm nanpêj



Heta nuha min ji wera qala gelek marîfet û hunerên xwe kiriye. Îşev jî ezê qala hunereka xwe ya nuh, qala nanpêjiya bikim.

Koronaya malşewitî ez fêrî gelek tiştên nuh kirim. Bi xêra koronayê ez fêrî çêkirina hin keks û pasteyên nuh bûm, me hin derên nuh dîtin.

Îro jî dora lêxistina nan bû. 


Min îro ji lêxistinê somin kurdî dest pê kir. Lê kulor û kulînçe jî di dorê da ye. 

Bi xêr çend rojên din îcar ezê lêxistina kulorên xurîniyê biceribînim.

Dema min dest bi çêkirina hevîr kir xanimê ji tirsiya ruyê xwe guhert û ji xwe ra kerekî derxist, got ezê şîvê çê bikim. 


Bawer nedikir ezê kanibim sominekî hewqasî xweş û bi lezet lêxim.

Heta nuha me nan dikirî, lê xanimê piştî sominê min tahm kir, şorik bi devê wê ket û got”wele em hew nan dikirin.”

Di her musîbetekê da xêrek heye, korona bû sebebê em hin tiştên baş û bi feyde fêr bibin.

 Eyba kar tuneye. Bi karkirê mala xwe bin û bi hezkiriyê xanim û hevalên xwe bin.

2 kommentarer:

  1. Xalo, va ye cejn nêzîk dibe, divê tu ji bo mêhvanan kulînçeyan jî çêkî .

    SvaraRadera

PARVE BIKE