10 maj 2020

Dibêjin paqijî ji îmanê ye...


Ev du saet in min zend û bendên xwe vemaltine û ez lîsta xwe ya hevalan baqij dikim.

Çav li min kor bû, ez ji hal de ketim.

Min tezkereya 300 hesabên mirî û yêm ketine destê tirkan tije kir û ji malpera xwe avêt.

Lê facebookê dû ra ji min ra got, STOP, êdî bes e, te zêde paqij kir, îşev bes e û bîna xwe bigire.


Li ser vê îqaza facebookê, min nuha nabên da paqijiyê. Lê bi îzna Xwedê sibe ezê dîsa dewam bikim.
Dibêjin paqijî ji îmanê ye...

Wele ji îmanê be, ne ji îmanê be ez paqij dikim. Min carê dest pê kiriye ez nîvçe nahêlim.

Fuat Kumruaslan Tu hat nezere

Ömer Acar Pakiji başı.slm

İlyas Kaya Paqijî ji îmanê ye noqsanîman in yên qirêj :)

Kemal Bakan Paqijî baş e apo,
Serkeftin

ڕوومەت ڕها ڕۆناکبیر Zend û bendên te sax be mamosta, divê ez jî weke we bikim.

Mehmetali Kaya Keko xwe zêde mewestîne hewcetîya me bi te heye

Hasan Çakmak Tu bi şaşitî me jî navêje mamoste

Zinarê Xamo Wele ez lê miqate me, hêvî dikim bê qeza, bi selametî derbas be...

Şevger Çolo Te pir başkiriye ma dor gihişte mele çolo an na

Yanî aqubeta me çiye em hêj nizanin

Zinarê Xamo Mele Çolo û gopalê xwe li ber dilê Zinarê Xamo pir ezîz in, kes nikna çipiska xwe bi wan bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE