07 maj 2020

Koronayê bîna siruştê hinekî anî ber...



Şewba koronayê berra însanan da, giş xistin hunduran. Lê li alî din kêfa siruştê, xwezayê anî; daran, kulîlkan, nebatan, teyr û tuyan, heyawanan ev du du sê meh in ji xwe ra rehet kirine, ji êrîş û zulma însên xelas bûne.

Mala koronayê ava be, bîna xwezayê(tebîetê, suruştê)anî ber, ruh pê da anî, qira teyran û lawiran kêm kir.

Ji Zanîngeha Dîcleyê Prof. Ahmet Kiliç gotiye, qedexeya derketina derve tesîreke pozîtîf li xwezayê kir, di xwezayê, tebîetê da pirrengiya bîyolojîk zêde kir. Ev jî tiştekî pir pozîtîf e.


Li bexçeyên Hewselê çûk zêde bûne, dar û kulîlk û çîçek geş û zêde bûne.

Bi baweriya min pir baş e, dibê qedexe/yasax, ev şiklê jiyanê çend mehên din jî dom bike. Bi vî hawî belkî bîna xwezayê heywanan jî hinekî were ber. 

Însanên çavbirçî û ziktêr dinya xwar in, li ruyê dinyayê heywan, teyr û çûk nehîştin. 

Hêvî dikim korona zû neqede û însan çend mehên din jî du hunduran da hevsî bimînin û nikanibin xwazayê tahrîb nikin, qira heywanan bînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE