07 maj 2020

Agahiya li ser dûrikekê



Ez bi rê kêketim xilo-milo
Mi zêrek dîtiye bi çar çemilo
Ez çûme Emûda Bavê Nûra mi lê serf kiro
Ez çûm Mêrdîna xopan mi dayê bi elbek kilo
Ez hatim malê mi çavê rastê kil kiro
Mi dî bazê dilê mi keçikê hate wiro
Ji fedîbûna çavê çepê mayî wulo.

Not: Bavê Nûrê ji Amûdê ye, bavê Mihemedê Seîd Axayê Dekorî ye. Kurdekî welatparêz bû.


Mehemed Axayê Dekorî qehremanê Agirê Sînemaya Amûdê ye. Di sala 1960î da agir bi sînemaya Amûdê ket, 280 zarok tê da şewitîn. Mihemed Axayê Dekorî gelek zarok xeles kirin û ew bi xwe xelas nebû, şehîd ket.

Li ser vê vê trajediya mezin kitêbeke M. Ahmedê Namîyê gorbuhuşt heye, navê kitêbê ”Agirê Sînema Amêdê” ye.

Kitêb 82 rûpel in, di îlona 1987a da li Stockholmê ji alî Weşanên Jîna Nû ve hat weşandin.
Di çapa kitêbê da keda min jî heye.

Jîna Nû ya hevalên DDKDê, Pêşengê bû, rojnameya Armancê û du koavarên zarokan, Hêlîn û Hêvî jî derxistin.

Lînka Googlê ya li ser agirê sînema Amûdê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE