06 maj 2020

Min gaveke radîkal avêt


Gelî zane û pisporan, ez dixwazim navê xwe bi tîpên erebî jî binivîsînim, lê nizanim meriv çawa dinivîse. 

Kî kane alî min bike? 

Yanî ezê Zinarê Xamo bi herfên soranî(erebî) çawa binivîsînim ?

Bi vê yekê dixwazim gaveke radîkal bavêjim û di jiyana xwe ya medyatîk da guherîneke mezin bikim...


Necat Zivingî:زنارێ خامۆ. Ev li gor şêwaza başûr e زنار خامو Ev jî erebîya normal Tu taca serê me yî apê Zinar.

Xalid Sadînî: Ha waye seyda jî nivîsîye jixwe. Êdî kîjan bi dilê te be...

Mihemed Ronahî: Do Apê Zinar navê xwe bi tîpên erebî nivîsîn ez jê hesidîm, min jî yên xwe nivîsîn.

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆEz avantgardîstê kurmancî yê vê serdemê me...
Hûnê hîn gelek îlhaman ji min bigrin.
Nuha kes qala min nake.
Piştî min serî danî, hûnê li van deran mezîyetên min, nav û dengê min rêz bikin.
Wê demê jî dereng e, hûn nekin jî dibe.

Mihemed Ronahî: Bi rebbê alemê apo tu di çavê min de Celadet î. Do min bi dayîka sînemxan re xeber da min jê re got tu serweta me yî. Bizane ku tu jî yek ji wê serwetê yî. Pir ezîz î li ber dilê me.

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ: Hin dost ji min ra dibêjin navê min ê profîlê pir xweşik bûye. Bi baweriya min jî gelkî xweşik e. Super e ! Lê helbet rola nav jî heye, her nav wiha xweşik nayê nivîsîn; grafemên soranî xweş li ”Zinarê Xamo” tê. Ma ne werganî ye ?

Melayê Silîvî: Apo biryara herî radîkal ew bû ku te navê xwe bikira "Apê Şekir"

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ: Mala te ava be xortê delal. Lê ji bîr neke ez jî nîv "îsotçî" me, ez ne ji îçê Rihayê me, lê dîsa jî îsot ji bêrîka min kêm nabe. Di bêriyek min da "şekir", di bêriyek min da îsot e...

Melayê Silîvî: Temam Apo

Evdo Karataş: Werganî çi ye?

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ: Ev pirsa te bû wek çîroka Filît Totanî. Ez ji birayê xwe ra çand sînonîmên wê bibêjim: halo, wilo, wenî, wisa, wusa, wiha, weha, wer, welê, weng. Çend hebên din jî hene, lê hewqas bes e...:))

Xalid Sadînî: Sehetxweş. Gelek delal lêhatiye. Pîroz bît. Li ser xêrê bît. Hêvîdarim bi navê xwe yê nû jî gelek salan binivîsî...

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ: Mala te ava be. Bi baweriya min jî xweşik bûye. Berê yek "Zinar" bû, nuha min du heb dane kêleka hev. Bi Xwedê ezê bêtir serî li we gêj bikim..

Xalid Sadînî: Ser çavan. Tu gêj bike...))) Gêjkirina te mifadar e. Sûdwer e. Wekî aramkirina hindekan ziyankar nîn e...

Rûkena neviya Eyşanê: Li ser xêrê be apo, pirr xweş çêbûye

Navê min di twittê da êdî wiha xuya duje:
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE