07 maj 2020

Devê deriyê mala bavê min bi tahto


-Çeksipîyo wek hêka betê
Li devê deriyê mala bavê min lîstiye bi kevirê qewetê
Ji xêra xwedê ra bibama zicîrek ji zincîra seetê
Têketima bêrîka bazê dilê xwe li gora dinê, li gor adetê.

-Narîn, narîn, ava misîn û sêbarî gumegum li me cemidî
Gul û beybûn û rihan li çiyayê jorîn li me seridî
Bi ramîsana, bi destpaşila nabe gidî.


-Li van sala, salwexta
Zewac xweş e bi hesp û zîn û tiving û rexta
Heger Xwedê Teala nekir miradê herdu dila
Ezê rojê pênc ferzê Xwedê bikim
Ezê dia bikim, ezê bêjim bêbexto, lawê danzde bêbexta.

-Nabe, muhbeta dila yek e, dudu nabe
Kul û birînên mi gelek in, ew tu car sar nabin
Berf û ba û bahoz ji zozanê Şerefdînê rabin
Li nava mi evdala Xwedê xin, ew tu cara hênik nabe
Şûşa dilan şikestîye, ew tu cara cebar nabe.

-Cotê delalê dilê min cotê qantira
Tu xetkê lêxe were vira
Ji xwe ra bistîne ramûsanekê
Ji te ra ji berê cotê te çêtir e.

-Cotê delalê dilê min cotê bergîra
Tu xetkê lêxe weke tîra
Ji xwe ra bistîn ramûsankê
Ji te ra çêtir e ji çil eşîra.

-Devê deriyê mala bavê mi bi tahto
Mi dî dengê qundera bazê dilê mi lê hato
ez li ser nimêjka eşado bûm,
mi nizanîbû ne fatîhe ye, ne tehîyato.

-Gebeka bişewite ne tu war e
Bi şev sar e, bi ro vedixun ava sar e
Destê xwe bi nava destê min de,
emê hevdu birevînin,
xwe babêjin Xalit, cem Eliyê Bişar e.

///Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê
Berhevkar Celîlê Celîl


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE