08 maj 2020

Nabe her kes gotinan ji ba xwe çê bike


Hin telewîzyon û ajansên xeberan peyva “kujer, kuştox, kujtar, bikuj, mirovkuj, mêrkuj” di dewsa 

QATIL da bi kar tînin. Bi taybetî jî medya başûr ya kurmancî wek fabrîqê gotinên nuh çê dike.

Qatil gotineke erebî ye, lê kurd hemû bi kar tînin û maneya wê zanin.


Lê li ba me gotina “xwînî” jî di maneya qatil da tê bikaranîn. Ev gotin nuha zêde nayê bikaranîn, hatiye jibîrkirin. Lê berê hebû.

Meriv dibêje filan kes xwînî ye, xwîniyê me ye.

Min neke xwînî.

Gelo ev gotin li derên din jî tê bikaranîn ?

Hin gotin sînonîmên hev in, yanî hevmane ne, tên eynî maneyê. Lema jî meriv kane di dewsa hev da bi kar bîne. Lê her sînonîm li her derê nabe.
Qatil, qesas û xwînî jî carnan meriv kane di dewsa hev da bi kar bîne, lê ne her tim. Çimkî eynî maneyê nade. 

Sînonîm herçiqas hevmane bin jî ev yek ne sedîsed e; bi kêmanî gelek wiha ne.

Hin gotin li zimanan zêde dibin, hin jî dimrin. Em bi xwazin, nexwazin hin gotin ewê li kurdî jî zêde bibin, hinekên ji zimanên din werin, hinek ewê werin çêkirin. Lê nabe her kes ji ba xwe gotinan çê bike. Gotin, dibê ji alî kesên zimanzan ve werin çêkirin û li gorî ruh û avhiya kurdî be.

Lokman Polat Kek Zinar niha gelek kes, kovar û rojnameyên kurdên bakur di şûna xwendevan de "xwîner" bikar tînin.
Zilam roman dinivîse, tu bibêjî ziman giran e, jê fam nab e, ew dibêje min bi kurdiya "akademîk" nivîsîye.

Bedran Acar Xwînî lê hêla Dêrika çayê mazî,ew malbata ku yekî ji wan kesek kuşti be, ji malbatê re ti gotin Xwînî, û ji yê ku kesek kuşti be tê gotin Qesas kek Zinar.


Denli Devlıken Faruk Peyva "qesas" li bejn û bala kesên merivkuj tê. Li derdora Mêrdînê em dibêjin, "qesasê filankeso/filankesê ..."

Sores Bladhede Denli Devlıken Faruk Qirase li herema Serhedê ji mirovên bejnûbal re dibêjin

Kadri Özkan Bi rêz. Xwîni ne kujer tenê ye malbata wî eşîra wî hemu ji malbat û eşîra kuştî re tê gotin xeînî an jî xwînîye hevin

Fahri Ölcer Kek Zinar lı cem demek peyva qısas dıhat bıkar amin. Mın gelek caran jı devê rehmetiya diya xwe bihistiye. Qetil ji dıhat bıkar anin

Adnan Hassan Ev gotinek pir xweşe, li ba me li rojavayê kurdistanê dihat bikaranîn, her weha gotina qesas jî bikar dihat

Ikram Oguz Li herêma me, Tatos û Xinîsê jî "xwînî" xwînî yê me...

Kaniya Dapire Kujer ê me. Lê ew pêyv zimanê me da cîh girtîye

Seyda Goyan Qesas, mêrkuj tê gotin. Xwînî û xwîndar jî dema doz û şerê navbera wan de dewam bike tê gotin. Herdu mal herdu êl xwîndarê hev in

Kahir Bateyi Mamoste li devera Colemêrgê jî tê bikaranîn.

Reşad Ozkan Li Dêrikê bo „qatîl“ dibejin „Qessas“

Hunermend Nuzan mèr kuji mèr kuştin xwini raste silav u rèz

Atilla Barişer Xwîndar jî heye

Rêşad Sorgul xwînî li cem me jî hebû, lê ne bi maneya mêrkuj an jî qatil bû, bi maneya kesên ji hev kuştine û dijminatiya wan heye. Ji wan re digotin xwîniyê hev in. Li cem me, ji qatil re mêrkuj digotin. Xuya ye ku ev gotin ji dema kevin mêrxasiya feodal maye. Îca wexta me nûçe amade dikir, me got em ê ji jinkujekî re çi bibêjin :) Lema me gotina herêma Behdînan kujer bi kar anî.

Zinarê Xamo Erê rast e gotina "qesas" jî heye, ez jî pê zanim. Min negotiye gotina qesas tuneye ya jî şaş e.
Lê gotina "xwînî" jî heye û di maneya qesas da jî tê gotin.
Yek kane bibêje, ez ne xwîniyê we me. Yanî ez ne qesasê, qatilê we me.
Em kirin xwîniyên xwe. Yanî em kirin qatilên xwe.
Xwîna xwe kiriye çavê xwe. Yanî kuştina xwe, qetla xwe kiriye çavê xwe.
Bi kurtî min xwest bibêjim ev gotin jî heye, dibê meriv carnan bi kar bîne.

Zal Mazîdagli: Sihet xweş. Heqdar î heta bi erşê Xwedê. Peyvên ku bi sedan salan bûne malê zimanê me miameleya zir-ewladîyê heq nakin. Jixwe li Başûr serê 10 salan peyvekê diguherînin. Ji bo "qayîde/qeyde" wextekî digotin "rêzik", wextekî digotin "rêzan". Niha jî dibêjin "rêsa"...

Piştî min navê xwe bi herfên soranî jî nivîsî, bayê vê guherîn û xwenuhkirina min belav bû û di hin dost û hevalên din jî geriya, wan jî navên xwe bi herfên soranî nivîsîn. Dinya wiha ye, meriv tesîrê li hev dike, ji hev fêr dibe; carnan tiştên baş, carnan jî tişê xerab fêr dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE