08 maj 2020

Rexneya rexneyekê


Hin kes bi tirkî dinivîsin, lê li dijî axaftina û nivîsîna tirkî derdikevin, dibêjin efendim axaftin û nivîsîna bi tirkî şaş e, xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye, dibê meriv neke.

Ew bi xwe van gotinan ne kurdî, bi tirkî dinivîse, lê dibêje ew li dijî tirkî ye, siyaseta dewletê rexne dike.

Ew bi tirkî dinivîse, lê kesên bi tirkî dinivîsin rexne dike. Meriv matmayî dimîne.


Meriv van tiştan bi kurdî bibêje temam, lê bi tirkî ji xelkê ra bibêje bi tirkî nenivîsin li hev nake, ne rast e.

Berî meriv ji xelkê bixwaze, dibê bi xwe bi tirkî nenivîsîne.

Bi tirkî ji xelkê ra nebêje bi tirkî nenivîsin, bi kurdî binivîsin.

Meriv li ser masa xumarê ji hevalê xwe yê xumarbaz ra bibêje xumar xerab e, xelkê bi meriv bikene.
Heger hûn bi rastî bawer dikin nivîsîna bi tirkî xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye dibê hûn bi xwe nekin.
Tiştê ez bi xwe nekim ez tu carî ji kesî naxwazim. Dema min cixare dikşand min ji kesî ra nedigot dev ji cixarê berdin. Lê nuha dibêjim, çimkî min dev ji cixarê berdaye.
Nuha ez alkolê vedixwim, lema jî ez ji kesî ra nabêjim alkol xerab e, venexwin.

 XXX
Kesên di medyaya sosyal da bi kurdî dinivîsin bêguman karekî baş dikin. Di vê da şik tuneye.
Lê nivîsên hin kesan baş nayên fêmkirin. Çimkî cumle ne li gorî sentaksa kurmancî ne, tercumeya tirkî ye û ew jî xerab e. Dibê meriv bi dîqet binivîse.

Meriv bi diya xwe ra, bi hevalê xwe ra çawa dipeyive, dibê wer binivîse, li zimanê xwe miqatebe, ìmlayé rast bi kar bìne.

Yanî dibê meriv peyvên xwe, cumleyên xwe rast bi kar bîne. Ev jî ne zor e, tenê jê ra hinekî dîqet lazim e.

Zimanê me yê axfaftinê ji yê nivîsê tekûztir e. Gava em dipeyivin bi piranî em rast dipeyivin, lê di nivîsê da em şaşiyê dikin. Çimkî yek, tesîra tirkî ye, ya din jî em dîqet nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE