08 maj 2020

Hindik rindik baştir e



Xwarina zêde zikê meriv diêşîne, meriv nexweş dixe. 

Alkola zêde meriv serxweş dike. 

Meşa zêde jî meriv diwestîne. 

Wek ez û xanim îro westandin. Xanim îro teslîm bû, got tobe, ji nuha û pê da ezê meşa xwe daxim saetekê, du saet û nîv pir e. 


Ji yê zana pirsîne, gotine jahrî çi ye?

Zana  gotiye:
-Her tiştê ji hewcedariya me zêdetir jahrî e. Ev kane hêz be ya jî tembelî be; kane xwarin be, ego be, xirs be, îhtîras be, pozbilindî be, dexesî be, tirs be, xişim be, nefret û heta nêta pak be jî. 

Gelî hevalan ez zanim hû di malên xwe da ne. Bixwin, vexwin, lê wek swêdî dibêjin  bira “lagom” be, ne kêm be, ne zêde be.

Heger zalim û hêzên dagirker dihêlin hûn ji malên xwe derkevin, herin bigerin, gerr û seyrana xwe bikin, lê wek me rojê 10-12 km nemeşin, ne pir, ne hindik, li gorî hêza xwe bimeşin…  

Bedena însên jî balanseke wê heye, dibê meriv wê balance xera neke. Ne bi tiştê xerab tenê, bi tiştê baş jî meriv kane zirarê bide bedena xwe. 

Di her tiştî da maqûlî baş e. Helbet ne di xwarin û vexwrinê da tenê, di gotinê da jî dibê meriv maqûl be.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE