09 maj 2020

Kirîterên kurdayetiyê


Di mesela kurdayetiyê da îşê min zor xuya dike. Hin kesên zanin bazdin, yanî zanin govendê bigrin û zanin bistirên dibêjin, "kesê nizanibe govendê bigire û bistirê ne kurdekî temam û saxlem e..."

Heta hinek hîn jî bi pêş da diçin û dibêjin ez ji kurdayetiya wî kesî şikê dikim…

Heger pîvana kurdbûneke temam û sexlam bazdan, yanî govendgirî û stranbêjî be, malik li min viriritî, bi Xwedê ez di sinifê da dimînim û tew nabim kurd jî. 


Ji ber ku ez feqîrê Xwedê ne zanim bistirêm û ne jî zanim govendê bigrim. Û li gorî herdu kirîterên jor ez ne kur dim, ya jî kurdekî pûç im, kurdekî nîvçe me.

Di van her du waran da jî(govendgirî û stranbêjî)pûana ez bigrim sifir e.
Lê dîsa jî ez xwe kurdekî temam û kurmancekî reş î saxlem dibînim.

Xwezî min zanîbûya sitran bigota û ez govendgirekî baş bûma. Xwezî min bizanîbûya ûd lêxista. Ez ji dengê wê pir hez dikim.

Lê bi Xwedê Qabîlîyeta min a muzîqal sifir e…

Hûn min kurd qebûl bikin jî, nekin jî kurdekî wiha heye. Yaho bira kurdekî ne govendgir û ne sitranbêj jî hebe, ma kevirê bibare ?

Erê ez nizanim bazdim, nizanim bistirêm, lê dîsa jî ez govendgiran û sitranbêjan ji xwe kurdtir nabînim. Di kurdperweriyê da dilê min wek çiyayekî volkanîk e, 24 saetan gumîn û teqîn e, lawên kurdperweriyê dipejiqîne.

Di xortaniya xwe da min çend stran û qiteyên Zembîfiroş û destpêka Mewlûda Kurmancî zanîbû, ji xwe min Mewlûd jî xwendibû. Lê nuha yekê jî nizanim, min giş ji bîr kiriye. 

Hin beşên Zembîlfiroş ez ji bavê xwe yê rahmetî fêr bûbûm. Gava nexweş diket, diket tayê, di nava nivînan da Zembîlfiroş û şira Melayê Cizîrê ”Dîlberek min dî di xew da/Dil wekû bedra şefeq da/
Ez kirim dîwan û sewda/Ma gelo aga heye” digot. Min jî hin qite ji ber kiribû lê nuha ez pê dihesim min giş ji bîr kirine.

Rojekê yek ji min ra bibêje sitramekê bibêje ezê perîşan bibim û mohra ”kurdekî ne temam û ne saxlem” bixum. Lema jî ev demeke ev tirs û xof ketiye dilê min.

Ez difikirim di taliya umrê xwe da stranekê fêr bibim, ji bo ku bi carê da ji kurdayetiyê neyêm derxistin.
Bazdanê fêr nabim, ne li gorî min e, lê sitranekê dibê ez ji ber bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE