05 maj 2020

Karê ji betalî bi xwe ra gelek şor û galgal anî



Ji betalî min rabû ev pasta çê kir.

Xwezî wek dem û dewrana berê mîvan hebûna û me bi hev ra li ber qahweyekê bixwara.

Axxx korona, axxx, te çi anî serê me, te mîvan jî li me kir tûtya...




Mihemed Ronahî: Hela tu ji xwe re li apê min. Bi dîn û îman eyb e ji te re. Te resmen yextiyarî li xwe daniye. Pastaçêkirin filan. Eyb e ji te re eyb. Tu serokê gedê bajêr î. Resmen tu dibî kotî örnek ji me re.

Zinarê Xamo: Mihemedo, ez "serokekî" xwedî gelek huner im. Viya min ji bo kêfa zarokan û xanimê were çê kir... Surprîzên wiha bira te ji riya te dernexe, ev taktîk e...:))

Mihemed Ronahî: Hecî abê te gelek kêr bi bircên Amedê re kişandine û herkes dizane leqebê te Xewlecî Zino ye xwe niha wisa mehsûm nîşan mede.

Zinarê Xamo: Zêde îfşa meke, bira rûnê me bi hîzê me ve bimîne..

Serdem Kahraman: Piçicekî jî biwerimiya ê baştir bibûya

Zinarê Xamo: Ev keçik jî bi tiştekî qayil nabe ! Bi navê Xwedê heger min gotiba xanimê çêkiriye, te yê li çepkan xista û jê ra dilek û baqek gul bişanda...

Serdem Kahraman: ay mamoste ez pir keniyam.

Zinarê Xamo: Çimkî tu nikanî îtîraz bikî, ancax bikenî...:)) !

Esrakê: meyze hinek Tarif bistîne
Abdurehman Aydogdu: Ma kê bawer dikir kê rokê mêrê Wêranşarê pasta masta çêkira
Estakê : Destê te sax be apê Zinar

Zinarê Xamo:Erê hûn jî ne neheq in, çimkî we navê Îbrahîm Paşayê Milî û Dewrêşê Evdî tenê bihîstiye... Ew dewran çû, çû, çû...

Înan: Dest xweş Apê Zinar, pir xweş xuya dike

Sîdar: Dest xweş apê Zinar, ji cihêlan re jî dibî mînaka çê. :)

Ethos: Desté te saxbe mamoste, pir xweş xuya dike

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE