06 maj 2020

Daxistina nimêjê


Li gundekî gundiyan ji piraniya wextên nimêjê gazin dikirin, digotin em nikanin rojê pênc wextan nimê bikin.

Mele bala xwe dayê çend kêm neke xerab e, gundî ew tew ji binde nimê nekin. Loma jî rabû ji mecbîrî daxist çar wextan. 

Lê gundî dîsa razî nebûn, gotin ev jî zêde ye. Lê mele hew daxist. Got ez nikanim ji çaran kêmtir bikim.

Dema dîtin mele kêmtir nake, rabûn muxtar şandin bajêr, ba qadî. Ji muxtêr ra gotin:


-Tu yê ji qadî ra bibêjî, rojê çar wext nimêj ji bo me gelkî zor e, karê me pir e, em pêra nagihên, dibê daxe sê caran.

Muxtar dihere temiya gundiyan yek bi yek ji qadî ra dibêje. Dema qadî dibihîze ku li gund rojê tenê çar wextan nimê dikin qadî dîn dibe, bi muxtêr da dixeyide û dibêje:

-Çiii, a nuha li gundê we tenê çar wextan nimê dikin? Ev li dijî dînê me ye, dibê hûn pênc wextan bikin, pênc wextan! Nimêj rojê 5 wext tê kirin…

Muxtar kor poşman kortika hustiyê xwe dixwrîne û vedigere gund. Gundî tavilê li dora muxtêr kom dibin û jê dipirsin:
-Ma daxist, ma daxist?
Muxtar bi hêrs dibêje:
-Bi serê min û we danexist, tew hinek jî da ser, malik li we şewitand, ji çaran derxist pênca!

Opera
Hemo li Almanyayê cara pêşî bû bi hevalekî xwe ra diçû operayê. Piştî bîstekê ji hevalê xwe pirsî, got:
-Ew merivê li ser wê dikê ji bo çi bi wî sêwanê destê xwe wê jinikê ditirsîne?
Hevalê wî got:
-Natirsîne. Ew şefê orkestrayê ye. Bi wî hawî îdare dike.
-Ê heger natirsîne, wê demê jinik ji bo çi hewqasî diqîre?


Şorbeşîr
Di dawetê da şorbeşîr jî çêkiribûn. Mîvan û berbû gişî dixwin û hebekê jî ji zavê ra nahêlin. Bi şev piştî dawet ferikî kirîb destê xwe li pişta zavê xist, jê ra got:
-De rabe here têkeve gerdegê, nuha bûk li bende te ye.
Zava inirî bû, milê xwe hil kir, bi hêrs got:
-Ez naçim, kê şorbeşîr xwariye bira ew têkeve gerdegê.


Helal û heram
Piştî xutba îniyê yekî, mele di devê mizgeftê da sekinand û jê pirsî:
-Seyda, ma kişandina cixarê helal e yan heram e?
Mele hinekî fikirî, got:
-Heyran heger heram be tu dişewitînî û halal be ji xwe tu dikşînî. De îca tirsa te ji bo çi ye?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE