22 maj 2020

Îro me têr xwe da be rojê



Îro li Stockholmê hewa xweş e, 16 derece germ e, ez û xanim li hewşê me xwe daye ber rojê, tîrêjên rojê yên zêrîn bedena me germ kiriye.

Em ji qal û bela dipeyivin.

Petêxê me kal û bêtahm derket. Ax ax, ka ew qomiyên Amedê yên ji hingiv jî şîrîntir. Nizanim ew qomî hîn hene ya na?

Lê Xwedê kir zebeşê me hingivîn e, emê bi wî îdare bikin.


Dû ra jî ewê dor were ser fîncanek qahwa tahl û gerra rojane.


XXX
Carnan peyveka tenê têrê dike meriv fêm bike xwediyê peyvê çi mal e, bi devkî çi bibêje vir e, dibê meriv jê bawer neke, di dil da hevalê neyar e.
Kesên wiha berê di nava kurdan da hindik bûn, lê nuha pir bûne.
Ez bi we nizanim, lê bi min wer tê.

XXX
Yê peyva xwe zanibe, zanibe çi dibêje, hema çi were bîrê, çi were dev nabêje.
Lê belê li ser tiştê dibêje berê difikire û dû ra dibêje. Çimkî peyva carê ji devê meriv derket hew bi paş da tê.
Lema jî meriv çiqasî kanibe bi zimanê xwe û li gotinên xwe biqatebe meriv li karê ye.

XXX
Di programa televîzyona Haberturkê da tirkekî du cara tirr kiriye. Telewîzyona Rûdawê ev tirra yê tirk bi kurdî û bi tirkî kiriye xeber û kurd pê hesandine.
Yanî êdî tirra tirkekî jî ji bo telewîzyona Rûdawê hêjaye bike xeber û haya kurdan pêxe.
Ji hesinê xerab şûrê baş çê nabe.


Kadri Özkan Zinarê Xamo Bi rêz hakaret ne raste lê gerek rastî bê gotin tişte li ber çawa eşkere hebe dive gel bizanibe

Zinarê Xamo Kadri Özkan Hin kes dibêjin PKK ajanê Tirkiyê û Îranê ye. Hin kes dibêjin PDK ajanê Tirkiyê ye. Hin kes dibêjin YNK ajanê Îranê ye.
Min got ez qebûl nakim tiştên wiha di malpera min da werin gotin. Lê belkî ev ji bo te eşkereye û tu îthamên wiha rast dibînî, lê ji bo min ne eşkereye.

Kadri Özkan Zinarê Xamo min qala ajaniye ne kirîye lewra vana tiste bi dizîye lê tekilî tevger çun û hatin naye dîtin

Zinarê Xamo Kadri Özkan, Min di nivîsa xwe da got, ”Ez qebûl nakim kes di malpera min da ji PDKê, PKKê, YNKê ra bibêje van ajanên Tikriyê û Îranê ne.
Kî di malpera xwe da ji kê ra çi dibêje ew serbest e, lê ez rast nabînim di malpera min da tiştên wiha ji partiyan ra were gotin…”
Te îtîrazî vê dîtina min kir û te got ” lê gerek rastî bê gotin tişte li ber çawa eşkere hebe dive gel bizanibe.”
Her kes li gorî xwe tiştekî rast û vekirî dibîne, lê ji bo hinekên din ev yek eksê wê ye. Lem ajî ez naxwazim malpera min bibe platforma minaqaşeyên bi vî rengî.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE